Heyeta dadgehê parlamenteriya Salîha Aydenîz nas nekir
- 16:01 18 Tîrmeh 2018
- Hiqûq
AMED - Dadgehê biryara rawestandina doza derbarê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz de bi îdiaya “Rêvebera rêxistinê ye” hatibû vekirin red kir.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz bi îdiaya “rêvebera rêxistinê ye” hatibû girtin û derbarê wê de doz hatibû vekirin. Danişîna doza Salîha Aydenîz li 10’emîn Dadgeha Cezyê Giran a Amedê hat dîtin. Salîha Aydenîz tevli danişînê bû û dozgerê dozê ji bo Aydenîz bû parlamenter xwest darizandin li gorî pêwîstiya xala 83’an a makeqanûnê bê sekinandin.
Heyeta dadgehê diyar kir ku darizandina Salîha Aydenîz di çarçoveya xala 14'emîn a makeqanûnê de ye û daxwaza dozger red kir.
Heyetê danişîna dozê ji bo kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin taloqî 28'ê kanûnê kir.