Heyeta dadgehê parlamenteriya Salîha Aydenîz nas nekir 2018-07-18 16:01:27   AMED - Dadgehê biryara rawestandina doza derbarê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz de bi îdiaya “Rêvebera rêxistinê ye” hatibû vekirin red kir.    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz bi îdiaya “rêvebera rêxistinê ye” hatibû girtin û derbarê wê de doz hatibû vekirin. Danişîna doza  Salîha Aydenîz li 10’emîn Dadgeha Cezyê Giran a Amedê hat dîtin. Salîha Aydenîz tevli danişînê bû û dozgerê dozê ji bo  Aydenîz bû parlamenter xwest darizandin li gorî pêwîstiya xala 83’an a makeqanûnê bê sekinandin.    Heyeta dadgehê diyar kir ku darizandina  Salîha Aydenîz di çarçoveya xala 14'emîn a makeqanûnê de ye û daxwaza dozger red kir.    Heyetê danişîna dozê ji bo kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin taloqî 28'ê kanûnê kir.