Doza Seldayê tarloqî 23'ê Gulanê hat kirin

  • 14:26 16 Nîsan 2018
  • Hiqûq
STENBOL-Ali Çelik ê ku Selda Karaçelik qetil kir, doza ku ew dihat darizandin tarloqî 23'ê Gulanê hat kirin. 
 
Ali Çelik li Sancaktepaya Stenbolê di 14'ê Mijdara 2017'an de Selda Karaçelik qetil kir. 3'emîn rûniştina doza ku Ali Çelik bi muebbetê dihat darizandin li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran A Edliyeya Anadolu ya Kartalê hat dîtin. 
 
Di rûniştinê de ji bo biryara şahidiya keça Selda, Oykuyê Derûnas Faruk Şimşek hat guhdarkirin. Faruk diyar kir ku Oykuyê dikare şahidiyê bike. Oykuyu da zanîn ku bavê wê li diya wê dixist. Oykuyê wiha got: "Bavê min dibe ku diya min bi awayekî plankirî kuştibe."
 
Ji ber şahidiya Oykuyê parêzerên bersûc ji bo parastinê dem xwestin. Heyeta dadgehê doz tarloqî 23'ê Gulanê kir.