2'yemîn rûniştina doza Nisêbînê dest pê kir

  • 12:55 16 Nîsan 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - 2'yemîn rûniştina doza Nisêbînê ya derbarê 50’î kesên di dema qedexeya derketina derve de hatin tehliyekirin de vebû li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê dest pê kir. 
 
2'yemîn rûniştina doza Nisêbînê ya 50’î kesên di 26’ê Gulana 2016’an de piştî qedexeya derketina derve ya li Nisêbinê hatin tehliyekirin dest pê kir. 2'yemîn danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê li Salona avahiya Miduriyeta Bajar a Merdînê ya Lijneya Ewlehiya Civakî (SGK) pêk hat. Ji girtîgehên cuda girtî beşdarî rûniştinê bû. Hin xizmên girtiyan û rojnameger piştî kontrola GBT’ê demek şûn de derbasî salona  danişînî bûn. Rûniştin bi tespîtkirina nasnemeyan dest pê kir û li bendê ye ku girtiyên berê parastin nekiribûn, bi axivin. 
 
Rûniştina 16’ê Çile, 9 rojan berdewam kir û girtiyan di parastina xwe de êrîşên li ser Efrînê û tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û darbarê modela rêveberiyên xweser de parastin kirin. Dinava 50’î kesên tên darizandin de 17 jê zarok hene û doza zarokan jî taloqî 28’ê Hezîranê hatibû kirin.