Peywirdarê li dibistanê ji sûcê îstîsmarkirina 11 zarokî hat girtin

  • 09:04 16 Nîsan 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Li Sîlopiyê li lîseyekê peywirdarê paqijiyê yê bi navê Ubeyt G. li 11 zarokên keç îstîmsara zayendî  kiribû.
 
Li Sîlopiya Şirnexê demek berê ajokarê serwîsa dibistanê xwendekar îstîsmar kiribûn û dîsa cerdevanekî 8 zarok îstîsmar kiribûn. Piştî  qedexeyên derketina derve li Sîlopiyê îstîmsara zayendî û bikaranîna tiryakê jî zêde dibû û vê carê derket holê ku li lîseyekê 11 zarokên keç rastî îstîsmara zayendî hatine.
 
Li Sîlopiyê li lîseyekê peywirdarê paqijiyê yê bi navê Ubeyt G. li hemberî 11 zarokên keç îstîsmara zayendî pêk anî. Mêrê bi navê Ubeyt li ser vê hat girtin û şandin girtîgehê. Li gorî îfadeyên xwendekaran, Ubeyt G. li odeya guhertina cilan di dolabê de hatiye girtin. Xwendekarên çûn cem midûr, agahî dan malbata wan. Li ser gilîkirina malbatan lêpirsîn hat destpêkirin. Ubeyt yê hat binçavkirin, îfada wî hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê.
 
‘Bila malbat bêdeng nemînin’
 
Welatiyan diyar kirin ku li dibistanan îstîsmara zayendî zêde bûye û got: “Ya cerdevan, ya nobedar an jî midûr. Gelo emê van zarokên xwe bişînin ku derê?Ne baweriya zarokan ne jî ya me maye. Ger rayedar nikarin tiştekî bikin emê bikin. Divê em tenê bi temaşekirinê nemînin.”