Hebûna wê ya li Nisêbînê wekî hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ hat hesibandin

  • 09:03 15 Nîsan 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Jiyan Ay a di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de hat binçavkirin û piştre hat girtin, di doza cemawerî ya derbarê wê de hatibû vekirin de 13 sal û 4 meh ceza xwar. Hinceta ceza jî ev bû ku di pêvajoya pevçûnê de li Nisêbînê bûye û şopa tiliya wê li kaxizekê heye.
 
Li Nisêbîna Mêrdînê di 14’ê Adara 2016’an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û dema qedexeyê berdewam dikir di 26’ê Gulanê de 67 kes ji navçeyê hatin tahliyekirin û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û niha 17 jê zarok û bi giştî 67 kes niha bi ‘muebeta giran’ tên darizandin. Yek ji van kesên hatibûn binçavkirin Jiyan Ay e û Jiyan bi mirina 76 polîsî berpirs tê dîtin û bi ‘muebeta giran’ tê darizandin, ligel vê ji barîkat û xendekên hatine çêkirin jî berpirs tê dîtin û ji doza cemawerî ya derbarê wê de hatiye vekirin de jî 13 sal û 4 meh cezayê girtîgehê danê. 
 
Di biryara bi hincetê ya ceza de jî tê gotin ku şopa tiliya Jiyanê li ser kaxizekê heye û di dema qedexeyê de li Nisêbînê bûye.
 
Sê kesên ku nas nedikir derbarê wê de îfade dan
 
Jiyanê ji bo îfadeyên şahidên derbarê wê de îfade dane got: “Ez wan nas nakim. Îmze ya min e lê ji ber îşkenceya min dîtiye nayê bîra min ku min çawa îfade daye.” 
 
Derbarê jiyanê de îfadeya sê kesan cih digire. Di biryarê de heyeta dadgehê diyar kir ku li Jiyanê ji ber ku alavên cemawerî zirar dîtiye doz nehatiye vekirin û biryar da ku ji bo vê li Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê serlêdana sûc wê bê kirin û dozek nû wê bê vekirin.