Dadgehê ji bo îstîsmara zayendî 15 sal da

  • 09:04 14 Nîsan 2018
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
AMED - Ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve ji bo gumanbarê îstîsmara zayendî 15 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Serokê dadgehê şerh danî û derket holê ku ji bo îstîsmara zayendî delîlek bi bawerî hatiye xwestin. 
 
Li Amedê di Çîleya 2012’an de zaroka 15 salî çû cem polîs û got ji aliyê kesekî ku li taxê jê re dibêjin ‘xalo’ ve bi zorê rastî îstîsmara zayendî hatiye. Zarokê got bi parastina cewherî ji Azîz O xilas bûye û zarokê, Azîz O. bi wêne eşkere kir. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de derbarê Azîz O. de biryara girtinê hat dayîn. Îdianameya di 11’ê Çileya 2013’an de hatiye amadekirin ji aliyê 2’emîn Dadgeha Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. 
 
Zarok pê re anîn rû hev
 
Azîz O yê tevlî dadgehê bû îfade da û îdia kir ku ew zarokê nas nake û sûcdarî red kir. Azîz daxwaz kir ku bi zarokê re bê rû hev û dadgehê di 17’ê mijdara 2014’an de bi zarokê re anî rû hev. 
Dadgehê diyar kir ku gumanbar xwestiye raste rast îstîsmara zayendî bike û ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya zarokê’ 6 sal ceza dane û ev zêde kirin û derxistin 12 salan. Azîz O bi giştî 18 sal ceza girt û ji ‘daxistina takdîrî’ daxistin 15 salan. Lê derbarê gumanbar de biryara girtinê nehat dayîn. 
 
Bi pirdengiyê serokê dadgehê şerha muxalefetê danî.