Metin Yilmaz ê kujer bi cezayê heta hetayê hat cezakirin

  • 15:11 13 Nîsan 2018
  • Hiqûq
ESKÎŞEHÎR - Metîn Yilmaz ku  ji ber jina bi navê Kader Kaya tacîz kir û kuşt dihat darizandin bi cezayê heta hetayê hat cezakirin.
 
Daneşîna biryarê ya doza ku Metîn Yilmaz ê di 1'ê tebaxa 2016'an de jina bi navê Kader Kaya tacîz kir û kuşt hat dîtin.  Di aneşîna dozê ku li 3'emîn dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehirê hat dîtin de Metîn Yilma û parêzerê xwe amade bûn. 
 
Heyeta dadgehê li bersûc Metîn ji sûcê "bi zanebûn ê kuştinê" cezayê heta hetayê birî û ji ber sucê êrîşa zayendî jî 13 sal û 6 meh  û ji ber sucê "ku kes ji azadiyê bêpar hiştiye"  jî 9 sal cezayê girtîgehê birî.