Di doza Burcu Çelîk Ozkan ku ji nû ve hat dîtin de 5 sal ceza

  • 12:41 10 Nîsan 2018
  • Hiqûq
ERZEROM -  Piştî ku biryara Dadgeha Xwcihî ya derbarê Burcu Çelîk Ozkan de da hat îptalkirin, di doza biryarê ya ku ji nû ve Burcuyê jê hat darizandin de  bi giştî 7 sal, 3 meh û 10 roj ceza lê hat birîn.
 
Di doza biryarê ya ku derbarê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Burcu Çelîk Ozkan de ku piştî 6 sal cezayê wêyê ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hat îptalkirin de daneşîna wê ya duh li 2'emîn Dadgeha Cezayê giran a Erzeromê hat dîtin. Burcu ji ber ku bi lalafirê ji Girtîgeha Kandirayê ya hejmar 1 a Ewlehiya Wê zêde hat anîn doza wê ya ku divê di 13.00'an de bihata dîtin 2 saetan dereng hat destpêkirin. Di daneşîna Burcuyê de  Wekîla Koma Serokê HDP'ê Fîlîz Kerstecîoglu û parlamenterê Mêrdînê  Erol Dora û parêzerên wê jî amade bûn.
 
'Axaftinên min hatin berovajîkirin'
 
Burcu ya ku parastina xwe kir wiha got: "Ez ji ber xala 20'emîn a ku ji bo demekê aht gurhertin a xala 83'yan a Qanûna bingehîn  îro têm darziandin. Destnedana min tenê ji ber vê darizandinê hat rakirin û derbarê min de 4 sucdariyên din hene. Ji van 3 ji ber tevlibûna min a taziyeyan e.  Delîlên di dosayê de têra cezakirina min nakirin.  Delîlekî şênber derbarê tevlibûna min a taziyeyan de tune ye.  Axaftinên min ên ji bo kefxwşiya serketin hilbijartinê wekî delîlên suc hatine nîşandan û hatine manîpulekirin. Em li dijî şîdetê ne."
 
Piştî parastina parêzeran  Daîreya 2'emîn a Cezayê derbarê bûrcuyê de  bi giştî 7 sal, 3 meh û 10 roj ceza birî ji ber rêbaza cezayê ya CMK'ê ev ceza hat daxistin û 6 sal cezqa li Burcuyê hat birîn.
 
Parêzerên Burcuyê diyar kirin ku ewê cezayê hatiye birîn bibin dadgeha bilind.