‘Di darazê de hewcedarî bi veguhestina zîhnî heye’

  • 09:42 10 Nîsan 2018
  • Hiqûq
AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Baroya Îzmîrê parêzer Îlke Erol diyar kir ku di sûcên îstîsmara zayendî de di darazê de hewcedarî bi veguhestina zîhnî heye û wiha got: “Di pergala daraza şaş a pêk tê de zarok xwe tenê hîs dike. Ev rewş di pêşerojê de di alî psîkolojî û pêşketina zarokan de pirsgirêka mezine.”
 
Hikûmeta AKP’ê li dijî îstîsmar û şîdeta zayendî ya roj bi roj zêde dibe wek tedbîr xesandina kîmyewî pêşniyar dike û di vî alî de lez da xebatên xwe. Tê plankirin ku pêşnûme qanûna ku ceza zêde dibin di meclîsê re bê derbaskirin û qebûlkirin. Endama Lijneya Rêveberiya Baroya Îzmîrê parêzer Îlke Erol li ser kêmasiyên di daraz û tiştên divê bên kirin de nirxandin kir.
 
Îlkeyê  diyar kir ku pirsgirêka herî mezin ya di îstîsmarkirina zarokan de tê jiyîn ev e ku sûc tê veşartin û wiha pê de çû: “Di demên dawî de hestyarî zêde bibe jî di civakê de başde vekşînek heye û malbat ser îstîsmara zayendî digirin. Malbat di alî vekirina dozê de şermok tevdigerin. Em wek hiqûqnas dema li cem malbatê cih digirin malabat xwe bi hêz hîs dikin. pêvajoya hiqûqî jî didin destpêkirin. Sûc jî bêceza namînin.”
 
‘Pergala darizandinê zarokan tenê dihêle’
 
Îlkeyê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Di pergala darazê ya şaş a pêk tê de zarok xwe tenê hîs dikin. Ev rewş ji bo pêşeroja zarokan pisgirêkek mezin e. Divê îfadeya zarokên rastî îstîsmarê hatine ji aliyê Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) ve bê girtin. Mixabin li hemû bajarên Tirkiyeyê ÇÎM tune ye.”
 
‘Hewcedarî bi veguhestina zîhnî heye’
 
Îlkeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi taybet di dozên îstîsmara zayendê de gotinek pir biçûk jî girîng e. Nêrîna dadgerê ku darizandinê dike jî pir girîng e.  Em wek baro li pişt zarok û malbatên wan in.”