Ji ber nasnameya siyasî ceza li Aysel Tugluk hat birîn

  • 09:14 7 Nîsan 2018
  • Hiqûq
Safiye Algaş
 
ENQERE - 17’emîn Dadgeha Cezaya Giran  a Enqereyê derbarê Aysel Tugluk de 10 sal cezayê girtîgehê birî û derbarê vê yekê de biryara xwe ya bi hincet eşkere kir. Dadgehê îdia kir ku ji ber meşên qanûnî, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê û axaftinên di bin bana KCD’ê de hatine kirin, ceza lê hatiye birîn.
 
Derbarê Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya dema berê Aysel Tugluk de ji aliyê 17’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê, bi hinceta ‘endama rêxistina çekdarî ye’ 10 sal ceza hat birîn. 
 
Dadgehê biryara bi hincet eşkere kir. 
 
Dadgehê di biryara bi hincet ya cezayê de cih da îdianameya Ayselê. Di îdianameyê de kronolojiya PKK’ê, nîşeyên hevdîtinên di dîrokên cuda yên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re cih digire. Heyeta dadgehê  cih da dîroka civîna PKK’ê ya di 27-28 1978’an de li Liceyê ya Amedê pêk hatiye. 
 
Dadgehê îdia kir ku di Gulana 2007’an de hewl daye ku rêxistinbûn û faliyetên PKK’ê bi destûrek bingehîn a nivîskî bikin meriyetê. Her wiha hat îdiakirin ku bi talîmatên ji Îmraliyê hatine KCD hatiye avakirin û di berdewamiyê de jî cih da armanc û faliyetên KCD’ê.
 
Hat îdiakirin ku Aysel bi talîmatê bûye hevserok
 
Heyeta dadgehê çalakiyên Ayselê nirxand û îdia kir ku Aysel bi talîmata Abdullah Ocalan bûye Hevseroka KCD’ê ya di 2007’an de hatiye avakirin. Her wiha hat gotin ku çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatine kirin jî Ayselê bi armanca piştgiriyê tevlî bûye.