Li mêrê di metroyê de zarok îstîsmar 8 ceza hat birîn

  • 11:25 6 Nîsan 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Mêrê bi navê A.A. ku di metroyê de li dijî zaroka 17 salî îstîsmara zayendî pêk anî ji sûcê "Zarok îstîsmar kiriye" 8 ceza lê hat birîn.
 
Sala borî li Stenbolê di 29'ê kanûnê de li Baxçelîevlerê zaroka 17 salî ku li metroyê siwar bû, bi îstîsmara zayendî ya A.A. yê 36 salî re rûbirû ma.  Bersûcê ku piştî zarokê vagon guhert jî pêre guhert û îstîsmar berdewam kir, piştî ku zarok li Bagcilarê peya bû jî ew şopand. Zaroka ku hat şopandin di rê de li polîs rast hat û li A.A. yê ku ew îstîsmar kir gilî kir û ew da girtin. A.A. yê ku li ser giliyê zarokê hat girtin derbarê wî de ji doza "Îstîsmara zayendî a zarokan" doz hat vekirin.  Di daneşîna biryarê ya dozê ku li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran ku di 3'yê nîsanê de hat dîtin de A.A. bi 8 sal cezayê girtîgehê hat cezakirin. 
 
Bersûc A.A. û parêzerê wî sucdariyên hatin kirin qebûl nekirin û daxwaza peraetê kirin.