Pasta firoşn ku duh hatin binçavkirin serbest hatin berdan

  • 15:26 5 Nîsan 2018
  • Hiqûq
AMED - Polîsan du pastefiroşên ji bo pîrozbahiyên roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn avahiya HDP’ê binçav kirin berdan.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna PKK’ê Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsanê de sparîşa paste dan. Du pastefiroşên xwestin pasteyê bînin avahiya HDP’ê, bi hinceta “Îxbar heye” ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Polîsan du pastefiroş birîn Midûryeta Polîsan û dest danîn ser pasteya HDP’ê sparîş kiribû. Pastafiroş piştî îfadya wan li emniyetê hat girtin serbest hatin berdan.