Selma Irmak ku SEGBÎS red kir tevli daneşînê nebû

  • 14:30 5 Nîsan 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX -  Parlamentera HDP’a Colemêrgê ya girtî Selma Irmak, di doza li Sîlopiyê derbarê wê de hat vekirin SEGBÎS red kir. Dadgehê jî doz taloq kir.
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Selma Irmak a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kocaeliyê tê girtin, li navçeya Sîlopiya Şirnexê bi îdîaya “Beşdarî meş û civînên li dijî qanûnan bûyî” doz hatibû vekirin. 6’emîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Sîlopiyê hat dîtin û parêzerê Selma beşdar bû. Selmayê SEGBÎS red kir û beşdarî danişînê nebû. Parêzerê Selmayê jî xwest mijarên kêm bên temam kirin.
 
Şandeya dadgehê biryara xwe aşkera kir û xwest di danişîna bê de Selma bînin dadgehê û doz taloqî 28’ê Hezîranê kir.