Li Dêrikê jina 80 salî hat girtin!

  • 17:35 4 Nîsan 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Li Dêrikê Meles Tekin a 80 salî bi hinceta cezayê wê yê erêkirî heye hat girtin û şandin girtîgehê. 
 
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jina bi navê Meles Tekin û 80 salî bi hinceta ku 4 sal û 2 meh cezayê wê heye hat girtin. Du roj berê polîsa bi ser mala Meles Tekin girtibûn û ew kiribûn bin çavan. Meles Tekin hat girtin û ew birin Girtîgeha Girtî ya Tipa E ya Mêrdînê.
   
Hat hînbûn ku nexweşiyên Melesê yên wekî tansiyon, şekir û hwd. heye. 
 
Parêzerê ji bo serbestiya bi denetim dê dîlekçe bidin.