Sê nifş di heman girtîgehê de ne

  • 09:09 4 Nîsan 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Vesîle Yuksel a bi zarokên xwe Arîn, Avesta û dayika xwe Gurbet Tekîn re di girtîgehê de ye, serlêdana wê ya ji bo ‘bi şertê kontrola edlî’ ji aliyê Dadgeriya Înfaza Cezayê ve hat redkirin. Hinceta redkirinê jî ev bû ku Vesîle ‘girtiya siyasî ye.’
 
Vesîle Yuksel sala borî di meha sibatê de li Mêrdînê ji ber parvekirinên wê yên çapemeniya civakî bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ hat binçavkirin û piştre jî derxistin dadgehê. Li dadgehê pirsa ‘PKK rêxistinek teerorê ye an na?’ ji Vesîleyê hat pirsîn û wê jî bersiva ‘na’ dabû.  Salek û 10 meh cezayê li vesîleyê hatibû birîn hat erêkirin. Piştî ceza hat erêkirin bi keça xwe Arîn ya 3 salî û Avesta ya 5 salî re şandin girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê.
 
Vesîle ji roja hatiye girtin bi keçên xwe û dayika xwe Gurbet Tekîn re li cem hev dimîne. Vesîle ya ji bo ‘berdana bi kontrol’ serlêdan kir jî bi hinceta ‘girtiya siyasî ye’ hat redkirin. 
 
Di dayik û keçên xwe re li heman koxuşê dimîne
 
Gurbet Tekîn ji bo sê sal cezayê wê biqede 4 mehên wê maye. Vesîle berê bi dayika xwe re li Mêrdînê dima û piştî dayika wê hatiye surgunkirin jî çûye qawîşa wan. Niha Vesîle, Avesta û Gurbet li heman qawîşê dimînin.