Ji bo 100 jinên li ser piyan jimartin qebûl nekirin cezayê hucreyê

  • 14:00 3 Nîsan 2018
  • Hiqûq
MERSÎN - Li girtîgeha jinan a Tersûsê bi talîmata Midûriyeta Giştî ya Tevkîfevlerî û Girtîgehê  mijartina li ser lingan û leşkerî tê ferzkirin. 100 jinên ev pêkanîn qebûl nekirin rastî cezayê hucreyê hatin.
 
Li girtîgeha Jinan a Mersîn-Tarsusê binpêkirinên mafan, zext û cezayên dîsîplînê ji rojevê dernakevin. Herî dawî girtiyan bi hevkariya malbatên xwe ji şaxên ÎHD’a Mersîn, Edene û Amedê re name şandin û diyar kirin ku ew bi cezayên wekî hevdîtin, ragîhandin aktîvîteyên civakî re rû bi rû ne û daxwaza alîkariya hiqûqî kirin.
 
Ji bo 100 jinî cezayê hucreyê
 
Hat ragihandin ku ev meheke li girtîgeha Tarsusê li ser piyan jimartin tê kirin û 100 girtiyên ev pêkanîn qebûl nekirine jî rastî cezayê hucre û hevdîtinê hatine. Girtiyan daxuaykirin ku bi dehan gardiyan di carekê de bi kamerayan ketine koxuşan û jimartina li ser piyan girtine kamerayê û wiha pê de çû: “ Pêkanîn hîna idome.Di pêvajoyên pêş de xuyaye ku cezayên giran yên dîsîplînê pêk bên. Ji ber jimartina sibeh û êvarê tê kirin ewlehiya can tune.  Ji ber gelek personel dikevin jimartinê û ferz dikin ku wek leşkeran bikevin rêzê.”
 
‘Pêkanîn êrîşa li dijî rumeta mirovan e’
 
Parêzer Gulşen Ozbek ya bi muvekîla xwe ya li girtîgehê re hevdîtin kir, diyar kir ku bi daxwaznameyekê îtîrazê pêkanînên kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser piyan jimartin û nîzama leşkerî li dij hiqûqê ye. Di Qanûna Înfaza Cezayê de tê diyar kirin ku divê rumeta mirovan di dema jimartinê de esas bê girtin.  Ev pêkanîn li dijî rumeta mirovahiyê ye.”
 
Gulşenê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ev pêkanîn rumeta mirovan biçûk dixîne û divê demildest ev bi dawî bibe û got wan daxwaznameya îtîrazê daye dozgeriya girtîgehê.