Li Eren Keskîn û Reyhan çapan 7 sal û nîv ceza hat birîn

  • 14:48 29 Adar 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, li Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Midûra Karên Nivîsan Reyhan Çapan bi sucdariya li dijî xalên TCK'êa yên 301 û 299'an tev geriyan e, ji bo her kesekê 7.5 sal ceza bi giştî 15 sal cezayê girtîgehê birî. Dadgehê cezayê li nivîskara Rojnameyê Ayşe Batumlu, nûçegîhan Ersin Çaksu û Gerînendeyê Weşana Giştî yê berê Huseyin Aykol birî jî taloq kir. 
 
Li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê danişîna biryarê ya Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Eren Keskîn, Midûra Karên Nivîsan Reyhan Çapan,  nivîskar Ayşe Batumlu, nûçegîhan Ersin Çaksu û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Ozgur Gumdemê yê berê Huseyin Aykol hat dîtin. Der barê Reyhan Çapan û Eren Keskîn de ji xala 301'an a TCK'ê doz hat vekirin. Der barê Reyhan de ji ber manşetên rojnameyê yên wekî "Bêdengî komkujî, berxwedan serkeftin e", "Ji Nisêbîn û Geverê bang: Li dijî êrîşên komkujiyê li her derê serhildan" û "Êdî bes e" bi îdîaya "Tirkbûnî û dewleta komarê biçûk xistiye" ceza kir. Çapan û Keskîn tev li danişîna dozê nebûn. Lê parêzerên wan amade bûn. Dadgehê der barê Çapan û Keskîn de ji bo her kesekê 1 sal û 6 cezayê girtîgehê birî. Dadgehê cezayê Reyhan  û eren zêde kir û ji bo her kesekê 2 sal û 3 meh ceza birî. 
 
Heyeta dadgehê ceza zêde kir
 
2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye jî bi idîaya "Li serokomarê Tirkiye heqaret kiriye, der barê Gerînendeyên Weşana Giştî yên Rojnameya Ozgur Gundemê yên berê PRz. Eren Keskin û Huseyin Aykol, Midûra Karên nivîsan Reyhan Çapan û nûçegîhan Ersin Çaksu de doz vekir. Di danişîna dozê de Eren, Reyhan, Ersîn û Huseyînl amade nebûn. Parêzerên rojnamegeran amade bûn. Heyeta dadgehê der barê Eren  û Reyhan de ji bo her kesekê 3 sal cezayê girtîgehê birî. Heyetê ceza zêde kir û li her kesekê 3 sal û 6 meh ceza birî. Heyetê dîsa ceza zêde kir û ji bo her kesekê 5 sal û 3 meh ceza birî. 
 
Ceza taloq kirin
 
Heyeta dadgehê der barê Ersîn de jî bi heman sucdarî doz vekir û 1 sal û 2 meh cezayê girtîgehê birî. Ceza daxist û bi giştî 11 meh û 20 roj ceza birî. Heyeta dadgehê der barê Gerînendeyê Weşana Giştî yê berê Huseyin Aykol de jî bi heman sucdariyê 1 sal ceza birî. Dadgehê ceza zêde kir û 1 sal 3 meh û 12 roj ceza birî. Heyetê cezayê li Ersîn û Huseyîn birî piştre taloq kir. 
 
Heyetê li nivîskar û Prz. Ayşe Batumlu jî ji ber nivisek wê bi îdîaya "li Sûc sor kiriye" 5 meh ceza birî û taloq kir.