Hinceta cezayê li Selma Irmak hat birîn: Rexne maf e lê….

  • 09:57 28 Adar 2018
  • Hiqûq
Safiye Algaş
 
AMED - Li parlamentera HDP’ê  Selma Irmak bi hinceta axaftineke wê ya di 2015’an de kiriye salek cezayê girtîgehê hat birîn. Di biryara birîna ceza de hat gotin ku mafê rexneyên giran yên parlamenter hene heta ev peywira wan e lê gotinên parlamenterê li gorî kesên ji rêzê zêdetir dikare bandor bike.
 
Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmaq di 2015’an de di dema Lijneya Giştî ya KCD’ê de bi telefonê tevlî MED Nûçe bû û ev axaftina kirin hincet û doz lê hatibû vekirin. Runiştina biryarê ya dozê ya li 9’emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Amedê hat dîtin di meha Çile de hatibû dîtin. Heyeta Dadgehê îdia kir ku sûcê Selmayê sabît e û salek cezayê girtîgehê da.  Her wiha cezayê hat dayîn jî nehat taloqkirin.  Dadgeha ku biryara xwe ya bi hincet aşkera nekir, cih da axaftina Selmayê ya ji bo televîzyona MED Nûçe kiriye.
 
Heyeta dadgehê diyar kir ku ji ber Selma di pêvajoya darizandinê de poşman nebûye,  biryarê venaguherin cezayê pere an jî ceza taloq nakin. 
 
Dadgehê di biryara xwe ya bi hincet de cih da axaftinê Selmayê jî.   Heyeta dadgehê ku axaftin bi giştî nirxand îdia kir ku gotinên Selmayê hemû ji îdiayan pêk tên.
 
Parêzerê Selmayê Erhan Urkut got der barê muvekîla wê de ji heman axaftinê li 13’emîn Dadgeha Asliye a Amedê jî doz hatiye vekirin û got divê her du dosya bibin yek.  Dadgehê jî îdia kir ku sûc cudane û dosya nekirin yek.