Di ‘nasnav’ de li hev nekirin: Gelo Binevş, Viyan an Leyla ye?

  • 09:13 23 Adar 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Dosyayên ku derbarê kesên di bodruma Cizîrê de hatin qetilkirin hatibûn vekirin bi hincetên ne zelal û bi delîlên razber hatin girtin. Yek ji kesên dosya wan hatiye girtin jî ya Yasemîn Çıkmaz e.
 
Piştî pevçûnên rêveberiyên xweser ên li Cizîrê şûnde di bodruman de bi sedhezaran kes hatibûn qetilkirin û dosyayên derbarê di bodruman de hatibûn qetilkirin jî bi biryara ‘neşopandinê’ hatibûn girtin. 
 
Dosyayên Meryem Dadak û Yasemîn Çikmaz ên di nav kesên di bodruman de hatin qetilkirin de cih digirin, rastî biryara ‘neşopandinê’ hatin û balkêş e ku dosya heman in. Di her du dosyayan de jî hemû îfade heman tişt in.
 
Di 9’ê Sibata 2016’an de li avahiya hejmar C-3185 de cenaza wê bi 11 kesî re hat dîtin. Yasemîn ku navê wê berê di lîsteya birîndaran de cih girt, dosya wê di 2017’and e hat girtin.  Biryara ‘neşopandinê’ jî bi hinceta îfadeyên 12 şahidan û navên li lênûskekê hatiye nivîsîn, hat dayîn.
 
Di dosyayê de hat gotin ku di lênûskek ku ji cihê bûyerê dûr hatiye dîtin de, navê Yasemînê derbas dibe û bi vê  hincetê 17 rojan perwerde dîtiye û wiha tê gotin: “Di lêgerîna li taxa Cudî kolana Reyhan a hejmar a 26 a Cizîrê hatiye kirin de lênûskek ku agahiyê navnîşan, nasnav û nasnameyên endamên rêxistinê heye hat dîtin û agahiyên Yasemîn Çikmaz jî hatiye dîtin. Li cihê lênûsk hatiye dîtin çek û cenazeyên aydê BTO jî hatine dîtin.”
 
Îfadeyên bi nakok yên şahidên veşarî û dozger
 
Dozgeriyê di dosyayê de îdia kir ku Yasemînê bi nasnavê ‘Binevş’ xebat meşandiye. Lê di dosyayê de 12 şahidên veşarî dibêjin Yasemîn bi nasnavê ‘Leyla’ an jî ‘Viyan’ tê nasîn.Ligel vê dosya Meryem Dadak jî bi heman hincetan bi biryara ‘neşopandinê’ bi encam bû.