Îfadeyên gumanbarê êrîşa zayendî ‘samîmî’ hat dîtin

  • 09:04 22 Adar 2018
  • Hiqûq
AMED - Li Liceyê gumanbarê êrîşa zayendî Mehmet Mansur K.  tevî ku bi mudaxaleya welatiyên derdorê hat binçavkirin jî rojek şûnde ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Liceyê ve hat berdan. Dozgeriyê bi hinceta îfadeyên mêr ‘samîmî’ dîtiye serbest berda.
 
Li Liceyê ya Amedê di 27’ê Sibatê de  mêrê bi navê Mehmet Mansur K. xwest jina bi navê A.B dema diçû mala xwe, îstîsmara zayendî lê bike. Di encama parastina cewherî ya A.B de Mahsur ji aliyê gel ve bê bandor hat hiştin.
 
Gilî kir
 
A.B, piştî ku Mansur tacîzên xwe berdewam kir, ji hevalê xwe Ş.G alîkarî xwest. Bi mudaxaleya Ş.G re gel kom bû Mansur bê bandor hiştin. Bi hatina polîs re Mansur ji destên gel hat girtin û birin midûriyeta polîsan. A.B tiştên hatin serê wê vegot û got ew vî kesî nas nake û wî gilî dike. 
 
Mansur li Midûriyeta Liceyê sûcê xwe înkar kir û tevî ku îkameta wî li Pîranê ye, îdia kir ku ew li Liceyê rûdine. Mehmet Mansur ligel îstismara zayendî pêk anî jî, ji welatiyên ku ew girtin gilîkar bû. Mahsur yê derxistin dozgeriyê li vir îfadeya xwe dubare kir.  Serdozgeriya Komarê piştî îfadeya Mehmet Mansur girt, bi hinceta ‘îfadeyên gumanbar samîmî’ û ‘xwediyê îkameta sabît e’  bi şerta kontrola edlî û qedexeya derve hat berdan.