Aysel Tugluk bi 10 sal cezayê girtîgehê hat cezakirin!

  • 17:03 16 Adar 2018
  • Hiqûq
 
 
ENQERE – 17’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 10 sal ceza li Cîhgira  Hevserokên  HDP’ê yên berê û Parlamentera HDP'ê ya berê Aysel Tugluk birî. Dadgehê biryara dewama girtina Ayselê da. 
 
3’yemîn danişîna doza Cîgira  Hevserokên HDP’ê yên berê û parlamentera HDP'ê ya berê Aysel Tugluk li 17’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Wekîla Serokê Koma HDP’ê Meral Danîş Beştaş, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik û gelek rêveberên HDP’ê danişînê şopandin. Di danişînê de parêzer amade bûn.  
 
Di danişînê de ewil dozger mutala xwe aşkere kir û xwest Ayselê bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” û “Rêvebera rêxistinê ye” bê cezakirin. 
 
'Hemû hewldanên wan dibin sedema cezayê'
 
Piştî mutala dozger, Ayselê parastina xwe kir û got ku darizandina wan niha berdewama dozên KCK’ê ne û dema mijar dibe kurd û siyasetmedarên kurd hemû hişmendî dibe yek û her kes bêdeng dibe û ceza li wan dibirin. Aysel da zanîn ku darizandinek serbixwe û adil ne mijara gotinê ye û bi vê darizandinê re dewleta hiqûqê bi temamî ji holê hatiye rakirin. Ayselê destnîşan kir ku KCD ne rêxistinek îlegal e û wan xwestiye bi riyên demokratîk û aştiyane pirsgirêka kurd çareser bikin û hemû hewldan û xebatên wan ên di nav KCD’ê de ji bo çareseriyê bûn. Ayselê bi dirêjî li ser naveroka dosyeya jê tê darizandin rawestiya û berata xwe xwest. 
 
Piştî parastina Ayselê, dadgehê xwesteka wê û parêzeran red kir û biryara xwe aşkera kir. Dadgehê bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” 10 sal ceza li Ayselê birî û biryara dewama girtina wê da.