Kesê ku îstismara zayendî pêk anî 12 sal ceza lê hat birîn

  • 12:26 16 Adar 2018
  • Hiqûq
 
  
ESKÎŞEHÎR - Li Selçuk E. yê ku li Eskîşehîrê zaroka 6 salî îstismar kir 12 sal ceza lê hat birîn.
 
Li Selçuk E. yê ku li Eskîşehîrê zaroka 6 salî îstismar kir 12 sal ceza lê hat birîn. Îstismara zayendî bi pirsa zarok a "Dayê ez ê ducanî bimînim?" derket holê. Dayika zarokê Selçuk E. gilî kir û Selçuk hat girtin. Li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran di rûniştina biryarê ya dozê de zarok, bersûc Selçuk K., dayika zarok û parêzerên wan amade bûn. 
 
Dayika zarok ji Selçuk K. gilîkar bû û xwest ku ceza lê bê birîn. 
 
Di encama biryara dadgehê de 12 sal ceza li Selçuk K. hat birîn.