Rûniştana Leyla Guven ji ber ku wergera Kurdî rast nehat kirin hat taloqkirin

  • 13:05 15 Adar 2018
  • Hiqûq
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji ber axaftinên ku kiriye bi 35 sal cezayê girtîgehê tê darizandin. 
 
Derbarê Hevseroka Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD) Leyla Guven û endamê DIAY-DER'ê ya ku bi biryara KHK'ê hatibû girtin, Adulbari Tiryakî de bi hinceta axaftinên di navbera 2016-2017'an de kiriye, doz li wan hatibû vekirin. Doza ku bi hinceta "Propagandaya Rêxistinê" hatibû vekirin 2'emîn rûniştina wê hat dîtin. Rûniştin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzera Leyla Guven, Reyhan Yalçindag, û Parêzera Abdulbari Tiryakî, Çigdem Ertak beşdarî rûniştinê bûn.  
 
Ji ber ku hinek axaftinên bi Kurdî yên di nav raporê de nehat famkirin doz taloqî 11'ê Îlonê hat kirin. 
 
Li gor îdianemeya ku hatibû amadekirin ji bo Leyla Guven bi hinceta "Propagandaya Rêxistinê" ji 7 salan heta 35 salî ji bo Abdulbarî Tiryakî jî bi hinceta "Propagandaya Rêxistinê" ji salekê heta 5 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.