Cezayê ku ji ber wêne kişandibû li Leyla Guven hat birîn hat îptalkirin

  • 09:48 9 Adar 2018
  • Hiqûq
 
 
 
 
AMED - Dadgeha Îstinafê, 3 meh cezayê girtîgehê ku 2'emîn Dadgeha Asliye li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji ber ku wêneyê hevserokê HDP'ê yê berê Selahatîn Demîrtaş kişandibû hatibû birîn xira kir. Dadgehê biryar da ku doz ji nû ve bê dîtin. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven, di 25'ê Mijdara 2016'an de li 1'emîn Dadgeha Asliye, di doza Hevserokê  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demirtaş ku serbest dihat darizandin de wêneyê Demîrtaş li salona dadgehê kişandibû û di medya civakî de belav kiribû. Bi sedema ku Leyla wêne kişand û di medya civakî de belavkir der barê wê de bi sucdariya “veşartin îhlal kiriye" ji salekê heta 3 salan doz hatibû vekirin. Doza ku hat vekirin li 2'emîn Dadgeha Cezayê Asliye hat qebûlkirin û Heyeta dadgehê di 22'ê Mijdarê de biryar aşkere kiribû. Heyeta dadgehê der barê Leyla de 3 meh cezayê girtigehê birî û ceza taloq nekir.
 
Parêzera Leyla Guven Reyhan Yalçindag îtîrazî biryarê kir û doz bir Dadgeha Îstifanê ya Herêma Dîlokê. Heyeta dadgehê bi yek dengî ceza xera kir û dîsa biryar da ku doz di 8'ê Gulanê de li 3'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêma Dîlokê bê dîtin.