Dozger îtîrazî biryara polîsê bersûc ku êrîşa zayendî pêk anî kir

  • 11:03 8 Adar 2018
  • Hiqûq
AMED - Ji bo biryara beraetê ya polîsê tîma taybet B.K. yê ku li Mêrdînê li ser medya civakî li dijî jina bi navê M.B. êrîşîa zayendî pê anî bû kir. Dozgeriyê di daxwaznameya xwe ya îtîrazê de diyar kir ku rapora ji Tipa Edlî ya Mêrdînê ya ji Nexweşxaneya Dewletê hatiye girtin  û îfadeya şahid E.O. îfadeya M.B. piştrast dikin.
 
Ji bo biryara beraetê ya polîsê tîma taybet B.K. yê ku li Mêrdînê li ser medya civakî li dijî jina bi navê M.B. êrîşîa zayendî pê anî bû ku derbarê wî de heta 12 salan ceza dihat xwestin kir. Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê ji bo biryara beraetê ya derbarê B.K. ku hatibû dayîn li di 27'ê sibatê de li dadgeha Îstînafê îtîraz kir û dosya şand dadgeha Îstînafê. Dozgeriyê di daxwaznameya xwe ya îtîrazê de diyar kir ku di rapora M.B. ya li Tipa Edlî ya Mêrdên ku di 11'ê gulana 2017'an de hatibû dayîn de çîroka ku M.b. gotiye piştrast dike û nîşn dide ku bi êrîşa zayendî re rûbirû hatiye hiştin.
 
Dozgeriyê di îtîraza xwe de diyar kir ku dosya ji aliyê usulê û esas ve li dijî qanûnê hatiye dîtin xwest ku biryar li dadgeha Îstînafê bê xirakirin. Li gel ku dozger bal kişand ser rapora ji Tipa Edlî ya Mêrdînê û ji Nexweşxaneya Dewletê hat girtin ku êrîşê piştrast dike, dadgehê qet bal nekişandiye ser raporan û rapor ji nedîtî ve hatine. Herwiha Dadgehê di biryara xwe de diyar dike ku piştî êrîşa zayendî runiştina M.B. ya li devê derî ku cigare dikişand li dijî jiyana asayî ye û di telefona wê de qeydên numareyên telefonên mêran jî wekî hincet nîşan da.