Parêzera jin parastina bersûcê îstîsmara zayendî red kir

  • 13:42 7 Adar 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Mêrê bi navê Dursun A. ku li Taksîmê li dijî jinekê îstîsamara zayendî pêk anîn, ji aliyê baroyê ve ji bo ku parastina bersûc bike Parêzera jin Denîz Kepenek tayîn kir.  Denîz a ku parastina bersuc red kir wiha got: "Ji min re negotin ku ev doza îstîsmara zayendî ye. Di dozên îstîsmara zayendî îstîsamara zarokan û tundiya li ser jinê de ez ten wekî parêzera aliyên mexdûr tevli dozan dibim. Ji ber wê ez parastina vê dozê red dikim."
 
Mêrê bi navê Dursun a li Taksîmê li kolana Balo ya Bulvara Tarlabaşiyê li dijî jinekê îrîşa zayendî pêk anî û derabarê wî de doz hat vekriin. Daneşîna doza Dursun li 5'emîm Dadgeha Cezayê Giran a Stenbol hat dîtin. Di doza ku hat dîtin de Dursun A. yê bersûc û parêzerên jina mexdûr  û Endmaên Meclisa Jinan tevli dozê bûn. 
 
Parêzera Dursun A  Denîz Kepenek ku mafê axaftinê girt diyar kir ku ew ji aliyê baroyê de bi qanûna Dadgeha Ceza ji bo vê dozê hatiye tayîn kirin û di dirêjiya axaftina xwe de wiha got: "Ji min re negotin ku ev doza îstîsmara zayendî ye. Ez piştre hîn bûm. Ez wekî jin tenê bi şertê ku parastina aliyê mexdûr bikim tevli van dozan dibim û ez parastina bersûc nakim. Ji ber wê jî ez ji parêzertiya bersûc îstîfa dikim." Li ser vê helwesta parêzer heyeta dadgehê ji baroya stenbolê xwest ku parêzerek din ji bo bersûc bê tayînkirin.