Nuçegîhana me Durket Suren hat berdan

  • 16:24 5 Adar 2018
  • Hiqûq
AMED - Nûçegîhana me Durket Suren a ku ji bo şopandina nûçeyê çûbû Licê ku hat binçavkirin û 6 kesên din ên di heman rojê de di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin bi şertê "qedexeya nederketina derve" hatin berdan.
 
Nûçegîhana me Durket Suren a ku ji bo nûçe bişopîne di 1ê Adarê de çûbû Licê û bi hinceta "Lêgerîna wê heye" hatibû binçavkirin û 12 kesên din ên ku di heman rojê de di encma serdegertina malan a li amedê de ku hatibûn binçavkirin piştî ku karê wan ê li emniyetê qediya vê sibehê sewkî edliyeyê hatibûn kirin. Dozgeriyê nûçegîhana me Durket Suren a ku ev 4 roj e di bin çavan de ye û 6 kesên din ên pê re bi şertê "qedexeya dervê welat" serbest berdan, 6 kesên din ên mayî jî darizandina wan berdewam dike.