Sara Kaya nehat tahliyekirin!

  • 14:38 2 Adar 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Hevşaredara Mêrîdnê Sara Kaya a ku di encma serdegirina mala xwe de hat binçavkirin daneşîna doza wê ya 4'emîn li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di daneşîna ku hat kirin de Sara nehat tahliyekirin û daoz taloqî 11'ê gulanê hat kirin.
 
Di 13'ê çileyê de bi ser mala hevşaredara Nisêbînê ya DBP'yî ku ji peywirê hat girtin û li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Sara Kaya de hatibû girtin. Di encma serdegirtinê de sara hatibû binçavkirin û piştî bi 14 rojan hatibû girtin. Daneşîna 4'emîn a doza Sarayê li 4'emîn Dadgeha Cezayê giran a Mêrdînê hat dîtin.  Sara ya ku bi îdiaya "Yekitiya dewetê xiradike" bi cezayê heta bi hetayê tê darizandin ji girtîgeha Wanê bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bû. 
 
'Ez îdiayên derbarê xwe de qebûl nakim'
 
Daneşînê bi tespîtkirina nasnameyan hat destpêkirin û piştre sara parastina xwe kir. Sarayê bi kurdî parastina xwe kir, îdayên derbarê xwe de red kirin. Sara di berdewamiyê de wiha got: "Mirovê bi navê Bahattîn Yilmaz li 180 kesî îfade daye û ji bo van hemû kesan biryara beraetê hatiye dayîn. Jixwe ez di sala 2015'an de girtîbûm û ez îdiayên derbarê xwe de qebûl nakirim. Ez parastina xwe ya daneşîna din dubere dikim û beraeta xwe dixwazim."
 
'Şahid li her kesî de îfade daye'
 
Piştre parêzer Kamuran Tanhan mafê parastinê girt û wiha got: "Em îfadeya şahid qebûl nakirin.  Bahattîn yilmaz li her kesî heman îfade daye. Divê ku rewşa muwekîla min, ya malbata wê û biryarên derbarê girtina wê de yên AÎHM'ê li ber çavan bên girtin û bê tahliyekriin. Ger ku dadgeh cuda difikire jî bila muwekîla min bi şertê kontrola edlî tahliye bike."
 
Daneşîna Sarayê taloqî 11'ê Gulanê hat kirin û biryar hat dayîn ku rewşa wê ya girtinê di navbera 30 û 19'ê Adarê de ji aliyê heyetê ve bê kontrolkirin.