Mêrê îstîsmara zayendî pêk anî naynin dadgehê

  • 09:13 22 Sibat 2018
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
AMED - Mêrê bi navê S.B.ji ser medya ci akî li dijî zaroka 14 salî istîsmara zayendi pêk anî   û ji aliyê polîsan ve hat berdan. Tevî  talîmatên dadgehê ji ber nayê amadekirin her runiştin tê taloqkirin.
 
Li Amedê di Çileyê 2014’an de zaroka 14 salî çû cem bavê xwe H.Ç û got kesekî bi rumuza ‘Songul Akdogan’ li ser çapemeniya civakî wê nerehet dike. H.Ç li peyamên facebokê dinêre û îstîsmara zayendî ferq dike. Piştre keça xwe digire û  diçe Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Piştî gilîkirinê îfada zarok û bavê wê tê girtin û lêpirsîn tê destpêkirin. Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Sûcên bi Sîberê re xwe gîhandin kesê rumuza Songul Akdogan bi kar dianî û  numareyên IP'Ê lêkolîn kirin. Hat tespîtkirin ku ev hesab di dîrokên cuda de li cafeya înternetê hatiye vekirin. Her wiha di ofîsa şîrketa înşat û înternata malê de jî facebook vekiriye.
 
Serbest hat berdan
 
Hat tespîtkirin ku ev kesê bi navê S.B yê 41 salî ye. Piştî lêkolînan S.B hat binçavkirin û  piştî îfadeya wî ya emniyetê hat berdan. Dozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîna xwe temam kir û di Hezîrana 2016’an de îdianame temam kir.
 
Dozgeriyê îfadeyên malbata zarokê rast dît û got ji bo doz vebe delîl têr dikin. Dozgeriyê ji îstîsmara zarokê ji 3 salan heta 8 salan ceza xwest.
Di sêyemîn rûniştina dozê de gumanbar S.B bêyî girtî hat darizandin û zaroka mexdur jî tevlî rûniştinan nebû. Tevî talîmatên dadgehê gumanbar û bavê mexdurê H. Ç nehatin amadekirin. Ji ber tevlî dozê nebûn di dosyayê de pêşketinek çênebû û ev demeke dosya tê taloqkirin.