Ji bo îstismara li dijî zarok 223 sal cezayê girtîgehê

  • 12:11 19 Sibat 2018
  • Hiqûq
ÎZMÎR - Li 3 mêrên ku li Îzmîrê zarokek bi îstismara zayendî ya sîstematîk rû bi rû hişt û tehdîd 223 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn. 
 
Li Îzmîrê Cihan K., Yilmaz Ç., û Nazif S. îstisamara zayendî li zarokekê kiribûn û ew tehdît kiribûn. Doza rûniştina ku dihatin darizandin li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Piştî bûyera ku 2016'an de derket holê bersûc hatin binçavkirin û sûcê xwe qebûl kirin. Ji ber sûca "Bi şantajê pêkanîna îstismara zayendî ya li dijî zarok" li Cîhan K. 132 sal û 6 meh, li Yilmaz Ç. 39 sal û li Nazif S. jî 52 sal cezayê girtîgehê hat birîn.