Derbarê Çaglar Demîrel de 5 fezlekeyên nû: Her tişt qedexe ye!

  • 09:12 19 Sibat 2018
  • Hiqûq
Safiye Alagaş 
 
AMED - Derbarê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel de, axaftinên wê yên di daxuyaniyên çapemeniyê de, tevlîbûna civînan û parvekirinên çapemeniya civakî hincet hat nîşandan û 5 fezlekeyên nû hat amadekirin. Fezleke şandin Komîsyona Destûra Bingehîn a TBMM’ê. 
 
Derbarê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel de ku di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de girtiye, ji ber axaftinên wê yên di bernameyên dîrokên cuda de kiriye , parvekirinên li ser çapemeniya civakî û êrîşên DAÎŞ’ê şermezar kiriye, 5 fezleke hatin amadekirin. Çaglarê di 14’ê Tîrmeha 2016’an de li Goristana Yenîkoy a Amedê tevlî bîranînekê bû û Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek yên di rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîbû û di berdewamiya axaftina xwe de diyar kiribû ku li Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Sîlopiyê ku qedexeya derketina derve hatiye îlankirin dîroka berxwedanê ji nû ve hatiye nivîsîn. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê bîranînê de lêpirsîn da destpêkirin û hat gotin ku di dawiya bîranînê de deqeyek rêz hatiye girtin û derbarê Çaglarê de bi îdiaya ‘ Komara Tirk û hikûmeta Tirkiyeyê biçûk xistiye’ û ‘propagandaya rêxistina çekdarî kiriye’ fezleke amade kir. Her tişt sûc hat hesibandin. Dozgeriyê her wiha got derbarê Çaglarê de bi hinceta di 5’ê Îlona 2016’an de li ser çapemeniya civakî ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ îxbar çûye Midûriyeta Şaxa Elektronîkê û di encama îxbarê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hesabê wê yê Twîtterê hat lêkolînkirin û hinek parvekirinên Çaglarê hat îdiakirin ku ‘sûc e’. Her wiha axaftina Çaglarê ya di 4’ê Mijdara 2016’an de li Amedê hatiye kirin û jî bi îdiaya ‘Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye’ fezleke hat amadekirin. Di 21’ê cotmeha 2016’an de li Amedê DBP’ê li Salona Sporê ya Şaredariya Kayapinarê civînek pêk anîbû. Serdozgeriya Komarê ya Amedê parvekirinên derbarê civînê de ya li ser çapemeniya civakî jî sûc hesiband û bi îdiaya ‘ propagandaya rêxistinê kiriye’ ‘pesnê sûc û sûcdar daye’ fezleke amade kir. Dîsa Serokatiya Xizmetên Hiqûqî ya TBMM’ê di 2’ê Gulana 2016’an de derbarê Çaglarê de li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê gilî kir. Di daxwaznameyê de hat gotin ku di 2’ê Gulanê de di blokên komîsyona avahiya têkiliyên bi gel re ya TBMM’ê di salona sêyemîn de kesên bi komî Komîsyona Destûra Bingehîn terk kirine dirûşmên ‘bijî serok apo’, ‘em ê qezenc bikin’ berz kirine û sirûda gerîla gotine û derbarê salona civîna komê bûne. Dozgeriyê derbarê Çaglarê de li gorî xala 83’emîn a Destûra Bingehîn daxwaz kir ku destnedan rabe. Dozgeriyê her 5 fezleke şandin meclîsê.