Gulser Yildirim wê cara yekem derkeve pêşberî dadger

  • 10:11 17 Sibat 2018
  • Hiqûq
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim ji doza ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ girtî tê darizandin wê cara yekem derkeve pêşberî dadger. Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku ev du sal in mafê parastina muvekîla wê tê binpêkirin û wiha pê de çû: “Muvekîla min ji bo çareseriya pisgirêka Kurd alavên demokratîk aniye ziman. Lê ji ber vê îro di girtîgehê de ye.”
 
Gulser Yildirim di 4’ê Mijdara 2016’an de di operasyona li dijî HDP’ê de hat girtin û sêyemîn rûniştina dosyayê di 18’ê Sibatê de li 3’emîn dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê wê bê dîtin. Dê bi biryara dadgerê Gulserê ji girtîgeha Kandrayê bînin rûniştinê û ji bo Gulserê ji ‘endamtiya rêxistinê’  di navbera 5 û 15 salan de ceza tê xwestin.  Di pêvajoya darizandina du salan de ji ber Gulserê SEGBÎS red kir parastina xwe nikarîbû bike. Parêzera Gulserê, Reyhan Yalçindag diyar kir ku muvekîla wê ji ber gelek daxuyanî û bernameyên ji ber parlamenteriya xwe kiriye, niha tê darizandin.
 
Reyhanê  dsetnîşan kir ku ji roja Gulserê hatiye girtin heta niha darizandina wê ya adîlane hatiye binpêkirin û wiha got: “Li gorî gelek îçtîhadên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, karê siyasetmedaran meşandina siyasetê ye. Di vî alî de azadiya siyasî û îfadeyê tê bikaranîn. Aktivîstên partiyê pêk tînin.  Ev di bin parastina destûra bingehîn de ne.  Lê em dikarin bêjin ku gelek mafên wan di serî de azadiya îfadeyê û  meşandina faaliyetan, tên binpêkirin. Ev du sal in hîna muvekîla min parastina xwe nekiriye.
 
'Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd alavên demokratîk anî ziman'
 
Reyhanê anî ziman ku Gulser ji bajarê ku dosya û parêzerê wê lê ye, dûr li girtîgeha  Kandrayê tê girtin û got muvekîla wê dixwaze bixwe tevlî rûniştinê bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Muvekîla min ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd alavên demokratîk anî ziman, îro li girtîgehê girtiye. Hemû parlamenterên jin ên girtî bi hinceta xwepêşendanên 8’ê Adarê û daxuyaniyên çapemeniyê tên darizandin.  Armanca me ev e ku di hiqûqa hundir de biryarek adîlane derkeve. Lê di rewşa dernekeve wê DMME’ê di vî alî de biryarê bide.”