Piştî doza M.B: Gumanbar polîs bû, ji ber vê hat beratkirin

  • 10:08 17 Sibat 2018
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
AMED - Polîsê bi navê B.K yê li M.B îstîsmara zayendî pêk anî, hat beratkirin. Parêzer Hatîce Demîr bertek nîşanî beratê da û diyar kir ku polîsên li Kurdistanê sûc dikin bi zirxa bêcezabûnê tên parastin û wiha got: “Tevî hemû delîlan polîs hat beratkirin.”
 
Polîsê bi navê B.K jina bi navê M.B ya nas kiribû îstîsmara zayendî lê kiribû û doza derbarê wî de hatibû vekirin sêyemîn rûniştina wê di 8’ê Sibatê de li Yekemîn Dadgeha Cezaya Mêrdînê hat beratkirin. Parêzera M.B û endama Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Amedê Hatîce Demîr biryara beratê nirxand û diyar kir ku bêyî li delîlên li dosyayê binêrin ev biryar hatiye dayîn û got ji ber vê tu aliyê hiqûqî yê vê biryarê tune.
 
‘Ne berat divê ceza bigirta’
 
Hatîceyê bi lêv kir ku vê biryarê ew matmayî nehiştine û got ji serî de polîs û amîrên emniyeta Mêrdînê delîlên sûc veşartine û serî li her rê dane, lê delîl diyar bûn divê ne biryara beratê ceza bihata dayîn.
 
Hatîceyê diyar kir ku şeva bûyerê M.B bi hevkariya hevalek xwe ya jin xwe digihîne polîs û got: “Dozgerê nobedar divê muvekîl wek mexdûr û polîs jî wek gumanbar binirxanda. Dozger ji sûcê ‘îtreteyê’ davêje polîs lêpirsînê dide destpêkirin. Telefona muvekîlê bi hinceta gumanbare tê desteserkirin.
 
Her wiha Hatîceyê diyar kir ku polîs û amîrê wî ji bo muvekîla min gilî neke û îfadeya xwe biguherîne ew tehdî kirine.  Hatîceyê dema M.B cara yekem serî lê dide dozger dixwaze polîs biparêze û cara duyem lêpirsînê dide destpêkirin, dozger di her rûniştinê de daxwaza girtinê dike lê heyet heyeta dadgehê jî her carê red kiriye.
 
Hatîceyê bi lêv kir ku îtîrazê biryarê kirine û wê serî li Dadgeha Îstînafê bide û di rewşa biryar xera nebe wê biçin dadgeriyê, di rewşa dadgerî jî rewşê xera neke wê biçin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê.