‘Di bûyera îstîsmara zayendî ya zarokan de qestî heye’

  • 09:22 16 Sibat 2018
  • Hiqûq
 
 
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Parêzer Şenay Tavuz diyar kir ku rayedarên Nexweşxaneya Kanûnî Sultan Suleyman bûyera 115 zarokên di encama îstîsmara zayendî de ducanî mane, ji merciyên têkildar re ranegihandine, qanûn binpê kirine û got: “Di bûyerên îstîsmara zayendî ya zarokan de qestî heye.”
 
Li Tirkiyeyê îstîsmara zarokan ji ber gotinên AKP’ê û daraza mêr yên weke ‘ji carekê tiştek nabe’ û ‘rewşa baş’ û ‘daxwaza wê hebû’ roj bi roj zêde dibe. Dozên îstîsmara zarokan di encama têkoşîna jinan de hatin dîtin. Parêzer Şenay Tavuz diyar kir ku divê îstîsmar wek sûcê mirovahiyê bê nirxandin. Şenayê bi lêv kir ku li Kuçukçekmece ya Stenbolê di 5 mehan de di dîrokên cuda de 115 zarokên di encama îstîsmara zayendî de ducanî mane serî li Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kanûnî Sultan Suleyman dane û got: “Di vê bûyerê de rayedarên nexweşxaneyê bûyer veşartine û qanûn binpê kiriye.” 
 
Şenayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku ger sazî ji qanûnan netirse wê demê qestî di wir de heye. Divê her kes hesas tev bigere.
 
Şenayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di salên dawî de bi zanebûn ji zewacên zarokan re zemîn tê avakirin û kes û saziyên sifata wan a olî hene îstîsmara zarokan teşwîq dike û got divê her kes di vê mijarê de hesasiyetê nîşan bide.