Derbarê ajovanê Pakîze Hazar qetil kir de biryara girtinê!

  • 14:16 14 Sibat 2018
  • Hiqûq
AMED - Daneşîna yekem a doza ku derbarê  Çawîşê pispor Sercan Kara yê ku li qada ji trafîkê re girtî bi wesayita zirxî bi kar dianî jina bi navê Pakîze  Hazar qetil kir hat dîtin.  Derbarê Sercan  Kara yê ku bêyî sedema netevlibûna xwe ya dozê ragihîne tevli dozê nebû de biryara girtinê hat dayîn. 
 
Jina bi navê Pakîze Hazar a 85 salî ku ji gundê Licê ya Amedê ye di 14'ê hezîrana 2017'an de, ji bo ku mûçeyê xwe yê pîrbûnê bistîne,  çûbû Licê û li kolana  ji trafîkê re girtî li ber PTT'ê bi wesayita zirxî  ji aliyê çawîşê pispar Sercan Kara ve dihat bikaranîn hatibû qetilkirin.  Di çarçoveya lêpirsîna ku hat kirin de derabrê ajovanê wesayita zirxî bi kar dianî Sercan Kara de  ji sûcê "buye sedema mirinê" bi daxwaza ji 2 salan heta 6 salan cezayê girtîgehê doz hatibû vekirin. Daneşîna yekem a dozê li Dadgeha Cezayê Eslî hat dîtin.
 
Di daneşîna ku hat kirin de  bersûc Sercan Kara û parêzerê wî tevli nebûn. Sercan û parêzerê xwe li gel ku divê tevli daneşîna yekem a dozê ku mecbûr e bibûna nebûn sedema netevlibûna xwe jî ji dagehê re ranegihandin. Lê di daneşînê de lawê Pakîze Veysî Hazar û parêzerê wî amade bûn. Lê şahidên bûyer Gurcan û Hasret Yaşarer nehatin daneşînê. 
 
Piştî tespîta nasnameyan lawê Pakîze Hazar Veysî Hazar axivî. Veysî diyar kir dayika wî di bûyerê de jiyana xwe ji dest daye û cihê ku dayika wî lê hatiye qetilkirin jî ji trafîkê re girtîbûye û ji ber wê ajokar sucdar e. 
 
Parzerê malbata Pakîzeyê Serdar Yel jî parastin kir, Rapora Tipa Edlî ya Enqeryê ku derabrê bûyerê de amade kir bi bîr xist û got ku li gorî raporê bersûc sucdar hatiye dîtin û divê ku bê girtin.  Serdar daxwaz kir ku derbarê kamerayên wesayita zirxî yên derdorê nîşan didin de lêkolîn bê kirin  û şahidê bûyerê ku xwest Pakîzeyê ji bênê wesayitê rigar bike Alaatîn jî bînin dadgehê û bê guhdarîkirin.  Her wiha serokê dadgehê xwest ku ji qereqola cendirmeyan re ji bo derbarê kamerayên wesayita zirxî de lêkolîn bê kirin nivîs bê nivîsandin, şahid Îsa û Hasret di daneşîna bê de bi zorê bînin îfadeyê û şahdi Alaattîn jî îfadeya wî bê girtin talîmat bê nivîsandin.
 
Dadgehê daneşîn taloqî meha  gulanê kir.