Di bin çavan de îşkenceya zayendî û tehdîd

  • 09:08 13 Sibat 2018
  • Hiqûq
Safiye Alagaş 
 
AMED - H.A.A.A ya li Mersînê piştî êrîşa li hemberî wesayîta polîsan hat binçavkirin û girtin, rastî îşkenceya zayendî, şîdet û tehdîdên polîsan hat.Parêzerê, H. Muharrem Şahîn, diyar kir ku derbarê şîdet û pêkanînên nebaş ên muvekîla wê dîtiye de serlêdana sûc kirine.
 
Li Yenîşehîr a Mersînê di 17’ê Cotmehê de li dijî serwîsa polîsan êrîş pêk hat û piştî bûyerê derbarê 21 kesî de biryara binçavkirinê hatibû girtin. 16 kes jî hatin girtin. H.A.A.A ya di çarçoveya lêpirsînê de di 31’ê cotmeha 2017’an de li Amedê hat binçavkirin derket holê ku rastî îşkenceya zayendî hatiye. H. ya birin Şaxa Têkoşînê ya Terorê, piştre birin Mersînê. Piştre jî hat girtin. H. bi nameyekê tiştên jiya ji parêzerê xwe Muharrem Şahîn re vegot. H. diyar kir ku li Mersînê ji bo rapora Tipa Edlî birine Nexweşxaneya Bajêr û got: “Tansiyonê min ketibû. Doktor got tiştekî bi xwê vexwe. Tevî vê tiştek nekirin. Min ji nexweşxaneyê rapor negirt.” 
 
Rastî şîdetê hat 
 
H. wiha berdewam kir: “Ez birim TEM a Mersînê û odeya parêzer. Ez li odeya bê kamera rastî şîdetê hatim. Li min xistin û ez li ser piya dam sekinandin. Her wiha heqeretên nebaş li min kirin. Gotin ger tu ducanî be wê te tahliye bikin. Ji bo vê jî gotin ‘tu çi zanî bêj e.’Ji bo hevjînê min jî heman heqeret kirin. Ez 8 saetan di lêpirsînê de mam. Gotin divê tu îfadeyê qebûl bikî. Ji ber min qebûl nekir îşkenceyê berdewam kir. Ez ji aliyê polîsê bi navê Alî Asker ve rastî tacîza zayendî hatim. Polîsa bi navê Suzan jî serê min li dîwar xist. Ez polîsan bibînim dikarim teşîs bikim.” 
 
‘Min di bin zextê de îfade da’ 
 
H.diyar kir ku wek hatiye îdiakirin navekî kod bi kar neaniye û got du kesên din ên hatibûn binçavirin jî bi zor li ser min îfade bi wan dan kirin.
 
H. bi lêv kir ku di bin zextê de îfade daye û wiha pêde çû: “Ji bo rapora derb û cebîrê neyê girtin, 4 roj piştî binçavkirinê şûnde birine tipa edlî. Her tim digotin tu poşmanî an na. Digotin ‘tû dikarî ji poşmaniyê fêdeyê bigirî’. Min got tû eleqeya min bi bûyerê tuneye. Digotin malbata te kî ye, çi karî dikin. Digotin ‘em ê piştgiriya kredî-çandiniyê ya bavê te bibirin.’ Gotin em ê zavayê we ji kar derxînin. Gotin ‘em ê forma zanîngehê ya xwişka te betal bikin.” 
 
Parêzera wê serlêdana sûc kir 
 
Parêzerê H. Muharrem Şahîn jî diyar kir ku muvekîla wê rastî îşkenceya dijmirovane hatiye û got ji sûcên ‘pêkanînan xerab û îşkenceyê’ wê serlêdana sûc bikin.