Li Tirkiyeyê pergala edeletê ya ji bo zarokan!

  • 10:33 12 Sibat 2018
  • Hiqûq
AMED - Tevî prensîba esas a Pergala Edeleta Ji bo Zarokan a Tirkiyeyê ku divê ‘zarokên sûc kirine bi civakê bidin qezenckirin û tedbîr bê girtin’ jî Cotkar A. Y yê 16 salî ji hemû mafên xwe û malbata xwe bêpar hat hiştin û ev 8 meh in di girtîgeha Tîpa D ya Amedê de ye. 
 
Tevî xala 3’emîn a peymana mafên mirovan a NY’ê ya xala ‘fêdeya zarokan esas tê girtin’ jî li Tirkiyeyê bi dehan zarok li girtîgehan dîl tên girtin. Tevî ku prensîba esas a Pergala Edeleta Ji bo Zarokan a Tirkiyeyê ‘zarokên sûc kirine bi civakê bidin qezenckirin û tedbîr bê girtin’ jî Cotkar A. Y yê 16 salî ji hemû mafên xwe û malbata xwe bêpar hat hiştin û di girtîgeha Tîpa D ya Amedê de ye. 
 
Cotkar di 11’ê Sibata 2017’an de bi hinceta tevlî çalakiya protestoyî ya 18’emîn salvegera anîna Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan a Tirkiyeyê, bûye bi gelek kesî re hatibû binçavkirin. Cotkar piştî ku hefteyekê di binçavan de ma hat berdan. Piştre li ser îxbat, hevdîtina telefon û îfadeyên şahidên veşarî di 6’ê Tîrmehê de dîsa hat binçavkirin û 7 rojan di binçavan de ma û hat girtin.
 
Lêpirsîna der barê Cotkar de didome û bi hinceta dozger guheriye hîna îdianame der barê Cotkar de nehatiye amadekirin.