Derbarê Huda Kayayê de fezleke

  • 10:01 11 Sibat 2018
  • Hiqûq
AMED - Serdozgeriya Komarê ya Êlihê îdia kir ku Huda Kaya ya HDP’î di mîtînga 8’ê Adara 2017’an a Êlihê de  îfadeyên wekî ‘Polîs û leşkeran zarok û sîvîl qetil kirin’ û ‘îşkence li cenazeyan kiriye’ û derbarê wê de lêpirsîn dan destpêkirin.  Dozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê de axaftin nirxand û bi îdiaya ‘dewleta komara Tirkiyeyê biçûk xistiye’ derbarê Hudayê de fezleke amade kir.
 
Derbarê parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya de yek li Êlihê yek jî li Enqereyê bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ û ‘Dewleta Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye’ fezleke hat amadekirin û şandin TBMM’ê. Serokatiya Xizmetên Hiqûqê ya TBMM’ê  di 2’ê Gulana 2016’an de  derbarê Hudayê de li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê gilî kir.
 
Di daxwaznameya gilîkirinê de hat gotin ku di 2’ê Gulanê de Komîsyona Destûra Bingehîn a li salona  civînê ya hejmar 3 a katê yekemîn a bloka komîsyona avahiya têkiliyê gel a TBMM’ê civiyane,  kesên dema salon terk kirine dirûşmeyên wekî ‘Bijî Serok Apo’, ‘Em ê bi berxwedanê qezenc bikin’ berz kirine û  sirûda gerîla gotine û derbasî salona civînê ya komê a avahiyê bûne. Li ser gilîkirinê Serdozgeriya Komarê di 23’ê Gulana 2016’an de  ji RTUK’ê re nivîs nivîsî û qeydên bûyerê daxwaz kir. Li ser daxwazê di 27’ê Hezîrana 2016’an de dîmenên bûyerê şandin dozgeriyê.
 
Rapor şandin kesê dizane. Kesê dizane jî îdia kir ku Hudayê jî koma qerebalix re di baxçeyê TBMM’ê de dirûşme û sirûd berz kiriye. 
 
Tevlîbûna meşê sûc hat hesibandin
 
Dozgeriyê jî diyar kir ku Hudayê bi komê re dirûşme û sirûd berz kiriye û meşiyaye.  Dozgeriyê derbarê Hudayê de daxwaz kir ku destnedana Hudayê  bê rakirin. Di lêpirsînê de axaftina Hudayê jî hat nirxandin û hat îdia kirin ku Hudayê bi axaftinên xwe  polîs û leşker wek kujer bi nav kiriye.