Di dosya Feyruz Pulat de hîna jî pêşketin tuneye!

  • 10:06 10 Sibat 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Li Cizîrê jina bi navê Feyruz Pulat û bebeka wê, bi hinceta ku pisporê welidînê û nexweşiya jinan tUnebû jiyana xwe ji dest dabûn. Di dosyaya lêpirsîna hatiye vekirin de tu pêşketin nehat jiyîn. Ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve, ji bo lêkolînê bikin mufetîş li nexweşxaneya Dewleta Cizîrê hatin peywirdarkirin û rapora lêkolînê ya hatiye amadekirin jî hîna pêşkêşî wezaretê nehatiye kirin. 
 
Di meha Tebaxa borî de jina bi navê Feyruz Pulat a 29 salî ku 8 mehî cudanî bû rakirin Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê. Ji ber ku li nexweşxaneyê bijîşkê welidîn û nexweşiya jinan tunebû dayik û pitika wê jiyana xwe ji dest dabûn. Di dosyaya lêpirsînê ya derketiye de divê di bûyera wek ‘binpêkirina tenduristiyê’ bê vegotin de, tê gotin ku ne tunebûna doktor, ji ber xebatkarên nexweşxaneya dewletê ya Şirnex û Sîlopiyê nexweş qebûl nekirine, dayik û bebekê jiyana xwe ji dest dane. Tevî ku di ser bûyerê de meh derbas bûne jî di lêpirsîna dozgeriyê de tu pêşketin çênebû. 
 
Di dosya dozgeriyê de tu pêşketin tuneye. Parêzerên malbata Feyruzê jî ji bo doz bê destpêkirin serî li dozgeriyê dan. Li hemberî vê bersiva ‘Di dosyayê de tu belge tuneye, tiştek ji destê min nayê’ hat dayîn. Rapora ku mufetîş amade kiriye jî hîna pêşkêşî dozgerî û wezaretê nehatiye kirin. Parêzeran diyar kir ku dozger li bende rapor û dosyayên ku  li holê tuneye, dimîne û gotin ku ji wan re hatiye gotin di rewşa dosya bên wê îdianame bên amadekirin. 
 
Rapor şandin STE’ê Rêveberiya nexweşxanê îdia kiribû ku Fezruzê ji ber nexweşiyê jiyana xwe dest daye. Di rapora otopsiyê ya Midûriyeta Şaxa Saziya Tipa Edlî ya Şirnexê daye de tê diyarkirin ku nexweşiya Feyruzê tuneye. Li ser vê yekê nexweşxaneyê biryar da ku raporê bişîne Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Li gorî vê biryara STE bide wê li dosyayê bê zêdekirin.