Ji serokê dadgehê ji bo mahkumiya îstîsmara zayendî ‘şerxa muxalefetê’

  • 09:20 8 Sibat 2018
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
AMED - Doza li mêrê bi navê M.A ku ji ber li dijî du zarokên xwe îstismara zayendî pêk anî, hat vekirin, ji bo zarokekî 15 sal ceza girt û ji bo zaroka din jî berat kir. M.A ku di pêvajoya dozê de ne girtî hat darizandin, ji ber serokê heyetê derbarê mahkumiyetê de ‘şerxa muxalefetê’ danî û îfadeyên zarok esas nehat girtin, hîna jî ne girtî ye.
 
Li navçeya Baglar a Amedê mêrê bi navê M.A li dijî du zarokên xwe îstîsmara zayendî pêk anî, li 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê tê darizandin û 5’emîn rûniştina doza wî di 16’ê Mijdara 2017’an de hat dîtin. Dadgehê di 5’emîn rûniştina dozê de ji bo M.A, ji îstîsmara zayendî ya li dijî zaroka 15 salî biryara beratê da û ji îstîsmara zayendî ya li dijî zaroka 16 salî jî  ji sûcê ‘ îstîsmara zayendî ya zarokê’ 15 sal ceza hatibû dayîn.  M.A yê di seranserê dozê de ne girtî hat darizandin, dosya wî şandibûn Dadgeha Îstînafê û di vê pêvajoyê de biryara darizandina ne girtî hatibû dayîn.
 
Dadgeha biryara bi hincet a dozê aşkera kir, cih da gilîkirin û îfadeyên zarokan. Gumanbar M.A jî hewl da xwe ji ser zarok û hevjîna xwe, xwe bê sûc bide nîşandan.
 
Bi hinceta delîlên şênber tuneye berat
 
Heyeta dadgehê hemû delîl nirxand û ji bo sûcê îstîsmarê ya li dijî zaroka 15 salî hatiye kirin got ‘ji ber dê û bav di pêvajoya dest berdanê de bûne bi bandor bûye’ û ji ber gilîkirin piştî xwişka xwe ya 16 salÎ nekiriye hincet hat nîşandan û got delîlên bi bawer tine.  M.A ji sûcê îstîmarê ya li dijî zaroka 15 salî berat kir.
 
Dadgehê diyar kir ku zaroka 16 salî ji  dibistana seretayî heta niha rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hatiye û piştî zarok mezin bûye fêm kiriye ku ev ne têkiliyeke normal a bav û zarokê ye û  li dijî vê derketiye. Dadgehê diyar kir ku sûcê ‘îstîsmara zayendî ya hêsan’ hatiye kirin û xwest bê cezakirin. 
 
15 sal ceza da
 
Dadgehê derbarê gumanbar M.A de ji ber sûcê îstîsmara zayendî ya li dijî zaroka 16 salî pêk aniye bi giştî 15 sal cezayê girtîgehê birî. Di biryara dagehê de bi yek dengî ji sûcê li dijî zaroka 15 salî biryara beratê hat dayîn.