Li gor dozger şewitandina mirovan mudafaya rewa ye!

  • 13:04 6 Sibat 2018
  • Hiqûq
ŞIRNAX - Derbarê dosyaya xebatkara MKM’ê Gulistan Eylem ku di bodrumên Cizîrê de hate qetilkirin biryara ‘bêşopandinê’ hat dayin.
 
Di 14’ê Kanûnê de li Cizîra Şirnexê di serdema ‘qedexeya derketina derve de’ li bodrumên Cizîrê gelek kes hatibûn qetilkirin û derbarê dosyayên ku hatibû vekirin de yek bi yek biryara ‘bêşopandinê’ tê dayin. Derbarê dosyaya xebatkara MKM’ê Gulistan Eylem de jî birayara ‘bêşopandinê’ hat dayin. Cenazeyê Gulistanê wekî yê Mehmet Yavuzel, Rohat Aktaş, Berjîn Demîrkaya li Kuçeya Bostanciyê ya hejmara 23’an hemû hatibû şewitandin.  
 
Bi delîlên razber ‘endama rêxistinê’ hat îlankirin
 
Derbarê dosyayên ku berî Gulîstanê jiyana xwe ji dest da jî biryara bêşopandinê hat dayin û Gulîstanê bi delîlên razber wekî ‘endama rêxistinê’ hat îlankirin, dosyaya wê jî hat girtin.
 
Di dîrokê de dubendî 
 
Li gor mala ku lêgerîn hatiye kirin di dîroka wê de jî dubendî heye. Tê gotin ku di 12’ê Sibata 2016’an de lêgerîn hatiye kirin lê di dosyaya ku derbarê wê de biryara bêşopandinê hatiye dayin de li gor wê dîroka lêgerînê 10’ê Sibatê tê xuyakirin.
 
‘Şahidê veşartî’ tuneye lê îfade heye!
 
Dîsa ‘şahidê veşartî’ ku di dosyaya lêpirsînê de cih nagire, îfadeyê şahidê veşartî cih digire.
 
Parêzeran biryara “bêşopandinê” nepejirandin.