Li gel nasname hebû jî li goristana bêkesan hat definkirin

  • 10:05 5 Sibat 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Felek Çagdavul ku di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hat qetilkirin, tevî ku li ser nasnameya Komara Tirkiyeyê derket jî di girtekan de wek ‘nasname ne diyar e’ hat derbaskirin û li Goristana Bêkesan a Sîlopiyê hat definkirin.
 
Derket holê ku Felek Çagdavul ya di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hat qetilkirin, dema cenazeyê wê ji kavilan hatiye derxistin nasnameya wê li ser bûye.  Navê Felekê di dema ku komkujî hat jiyîn de di lîsteya birîndaran de derbas dibû. Lê piştre cenazeyê wê di kavila bodrumê de hat dîtin. Piştî serlêdana malbatê  lêpirsîn hat destpêkirin û di dosyayê de tê gotin ku cenazeyê wê bi 10 kesî re hatiye derxistin.  Di wêneyên dosyayê de tê dîtin ku dema Felekê ji kavilê derdixin cilên wê li serin lê di wêneyê bûyera duyem de ne li ser in.
 
Nasname li ser derket
 
Di îfadeyên ku di dosyayê cih digirin de tê diyarkirin ku bedena Felekê yek parçeye û li ser nasnameya wê welatiya komara tirk derketiye. Di berdewamiya dosyayê de tê gotin ku bi nasnameyê cenaze şandine morgê. Di girteka piştî bûyerê hatiye amadekirin de Felekê wek ‘nasname ne diyare’ derbasî qeydan hatiye kirin.
 
Tevî ku nasname li ser cenazeyê Felekê hat dîtin jî  di 12’ê Adara 2016’an de li Goristana Bêkesan a Sîlopiyê hatiye definkirin. Malbatê di 2’ê Gulanê de mînaka xwînê da û di 17’ê Hezîrana 2016’an de cenaze girt.