‘Piştî jêrzemînên Cizîrê’: Biryarên bêşopandinê û dosyayên hatin girtin

  • 09:25 4 Sibat 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Ji bo welatiyên di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin, derabarê dozên wan de yek bi yek biryara bêşopandinê tê dayîn. Parêzerên welatiyên hatin qetilkirin diyar kirin ku biryarên tên dayîn li dij hiqûqê ne.
 
Li Cizîra Şirnexê di 14’ê Kanûnê de qedexeya derketina derve hat îlankirin û di roja 41’emîn de sê jêrzemînên cuda ku welatî lê bi cih bibûn, ketin rojava rayagiştî û piştre birîndarên li jêrzemînan hatin qetilkirin. Der barê jêrzemînên li ser xeta kolana Bostanci, Nîran û Akdenîzê bûn de, di 7’ê Sibata 2017’an de nûçeyên ‘di jêrzemînan de 60 kes hatin kuştin’ hatin serwîskirin.  Piştre jî bedenên birîndarên hatibûn qetilkirin hatin dîtin.”
 
Tevî di ser komkujiyên bodruman re du sal derbas bû, dosyayên hatin vekirin bi encam nebûn. Ji bo 300 kesên hatin qetilkirin, dosyayên hatibûn vekirin piranî, derbarên wan de biryara bêşopandinê hat dayîn.
 
 Di du salan de bi giştî ji bo 42 dosyayan biryara bêşopandinê hat dayîn. Di 7 dosyayan de jî hîna biryara veşariyê heye. Piştî qeydên veşariyê bên rakirin şûnde divê  qeydên dîmen, deng û wêne li dosyayan bê zêdekirin. Lê heta niha ji bilî raporên otopsiyê tiştek li raporan nehat zêdekirin.
 
Di demên dawî de jî dosyaya Felek Çagdavul  biryara bêşopandinê danê.  Di dosya Felekê de raporên lêpirsîn û axaftinên bêtêlê ya polîsan jî heye.  Di axaftinên bêtêlê de ekîbên polîsan dibêjin ‘pevçûn eheye cihê bûyerê ne bi ewle ye’. di qeydên 10-11’ê Sibatê de jî gotinên ‘pevçûn qedyan, li şehrî Cizîrê wê guleyên hewayî hebin, ev jî bila ji bo te bê’ cih digirin.
 
Der barê Mevlude Ozalp,  Îsa Tîlaver, Tahîr Akdogan û Musfta Ugur yên di dema qedexeyê de hatin qetilkirin de jî dosya hatin vekirin û dosyayên wan kirin yek û biryara sînorkirinê anîn ser.  Tevî ku Dadgeriya Cezaya Sulh a Şirnexê nêrîn da ku biryar bê kirin jî Dozgeriya Şirnexê biryarê ranake.
 
Dozger hewl didin dosya bigirin
 
 Dozgeriyê dosyayên ku jê re dibêje ‘Em nivîsê dişînin emniyetê, em li bende wan e’ û dide sekinandin  gelek zêde ne û parêzeriyan destnîşan kir ku  parêzer ketine derdê ku ‘ez vê dosyayê herî baş çawa dikarim bigirim’ de ne. 
 
Cilên ji bo lêkolînê girtin li holê tine ne
 
Di dosyayên ku biryara veşariyê anîne ser û nokteya ku balê dikişîne û gumanan mezin dike eve ku cilên ji cihê bûyerê ji bo lêkolînê hatine girtin li holê tine.  Di piranî dosyayan de cilên ji cihê bûyerê hatine girtin di wêneyên otopsiyê de tine.
Parêzeran diyar kir ku di dosyayên biryara bêşopandinê hatiye dayîn de, piştî bûyeran cil ji bo lêkolînê hatine şandin û dozgeran delîlên di destê xwe de jî lêkolîn nekirin û dosya girtine.
 
Yekane delîlên wan şahidên veşarî ne
 
 Tê dîtin ku hemû dosya bi teşeyê ‘kopî bike- pêve bike’ hatine amadekirin û di hemû dosyayên biryara veşariyê anîne ser jî şahidên veşarî û antîmonên di beden de delîl hatine nîşan dan.Yek ji van dosyayan dosyaya Berjîn Demîrkaya ye û di îfadeyên bi naqok de nîşaneya herî baş terza ‘em çawa vê dosyayê zû bigirine’.