Di doza Nisêbînê de ku 9 rojan berdewam kir çi bû?

  • 14:16 31 Çile 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Daneşîna yekem a doza 50 kesên ku li Nisêbînê piştî îlankirina rêvberiyên xweser hatin girtin hat kirin. Di daneşîna ku 9 rojan berdewam kir de girtiyan rêveberiya xweser parast û êrîşên li ser Efrnê ku tên kirin şermezar kirin. Her wiha girtiyan tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Adullaha Ocalan tê meşandin jî şermezar kirin.
 
Daneşîna ji 67 kesên ku di 14 adara 2016'an de li Nisêbînê di serdema qedexeya derketina kolanan de ku pişît di 26'ê mehê de daneşîna wan hat kirin û 50 kes jê tê darizandin 9 rojan berdewam kir.  Daneşîna ku ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran ve li avahiya Muduryeta Bajar a SGK'ê hat kirin û destûr nehat dayîn ku çapemenî bişopîne, di girtekên darizandinê de derket holê ku bersucên girtî bi piranî parastina siyasî kirin. Di daneşîna ku taloqî 16'ê nîsanê hat kirin de dozger dîsa biryara ku bersûc girtî bên darizandin da.
 
Di daneşîna ku hat kirin de bi giştî daxwazên parêzeran hatin redkirin û parastinên ku hatin kirin rewşa daneşînê guhertin. Di daneşîna ku daxwaza girtî darizandina bersûcdan hat kirin de, dozger parastina girtiyan bi hinceta "Heqaret li serokomar kirine" û "Suc û sucdar parastine" xwest ku li Serdozgeriya Komarê daxwaza ku serlêdana sûc bê kirin da. Parêzer jî wê li dijî berdewamkirina girtî darizandinê îtîraz bikin.
 
Di daneşîna ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin de ji malbatên kesên hatin darizandin jî tenê 10 kes girtin salona deneşîn. Hin parastinên ku hatin kirin wiha ne:
 
Dayika 5 zarokan ku li taxa Firatê dima û mala xwe terk nekir ku di nava kesên teslîm bûn de hat girtin Nurşen demîr, di parastina xwe ya ku kir de diyar kir ku ew sucdariya ku kesê ne diyar derabrê wê de kiriye qebûl nakekir. Nurşen diyar kir ku ew ji bo tiştek bi mala wê neyê li mala xwe maye û pişterjî ji ber qedexeyê nikaribûye derkeve û di berdewamiya parastina xwe de wiha got: "Dema ku em li malê bûn 3 rojan li ser hev dengê çeka nebiriya. Me nizanibû ku wê ev qedexe ji yên din cudatir be. Bi tang top û balafiran êrîş kirin. Piştre kesekî ku hat mala min got mal ji bo te bi xeter e û ez birim jêrzemînekê. Dema ku ez li wê jêrzemînê bûm tenê ez li zarokên xwe difikirîm. Piştre em çûn jêrzemîneke din. Li wê me telefonek dît lê bi sînyala telefonê re bombe bi ser me de hatin barandin. Piştre ji me re gotin kincekî spî bigirin destên xwe û derkevin. Li ber kamerayê tiştek bi me nekirin lê li pişt kamerayê ji me  re gotin hun 'hun bi xêr hatin dojehê'. 10 kesî êrîşî kesekî kir. Piştî ku ez ji pêlikê hatim xwarê û şûnde 10 kesî bi hev re êrîşî min kir û îşkence li min kirin. Çewal xistin serê me. Li cihê bê kamera îşkence li me kirin. Min îfadeya xwe di bin îşkenceyê de da ez tahliyeya xwe dixwazim." 
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehê
 
Jina girtî Melîs Taksan jî beriya ku parastina xwe bike bahsa îşkenceya ku li girtîgeha lê dimîne ya Tîpa T a hejmar 1'ê ya Osmaniyeyê ku lê hatiye kirin kir.  Melîs diyar kir ku 14 meh e cezayê derneketina hevdîtinê li hatiye birîn û ev tişt got: "Dema ku em di serî de li girtîgehê diman ji ber ku ewlehiya canê me tune bû ez gelek ditirsiyam .Rojê 3 caran jimartin dihat kirin û li girtîgehê em bi binpêkirinên mafan re rûbirû diman. Li ser laşî min lekeyê mor çêdibûn û cezayê hucereyê li me dihat birîn. Her wiha em bi tehdîda personelê girtîgehê re rûbirû diman."
 
'Min di bin îşkenceyê de îfade da'
 
Melîs a ku pitre dest bi parastina xwe kir, diyar kir ku ew îfadeya li dema lêpirsînê de ku daye qebûl nake û ev îfade di encma îşkenceya lê hatiye kirin de daye. Melîs di baredewamiya parastina xwe de wiha got: "Em ji jêrzemîna ku lê diman derneketin. Heta ku korîdaro hat vekirin û em ji taxê hatin tehliyekirin. Piştî wê em wekî sucdar hatin dîtin. Gelek mirov ji ber ku malên xwe neterikandin bi îşkenceyê re rûbirû man. Kesên ku derbarê min de îfade dane nas nakim û vê îfadeyê qebûl nakim. Min çek bi kar ne aniye.Min îfadeya ku daye jî di bin îşkenceyê de daye û parêzer tune bû parêzer piştre hat."
 
Piştî parastina hat kirin heyeta dadgehê biryar da ku 50 kesê tên darizandin dîsa girtî bimînin û daneşîn taloqî 16 Nîsanê hat kirin.