Leyla Guven dê îro li dozgeriyê îfadê bide

  • 11:07 31 Çile 2018
  • Hiqûq
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji ber ku bertek li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê nîşan da hat binçavkirin û îfadeya ku dê li emniyetê bida red kir. Dê Leylayê îro li dozgeriyê îfadeyê bide.
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji ber ku li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bertek nîşan da di 22'ê Çileyê de li Amedê li ber mala xwe ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Leylayê ev 9 roj in ku li Muduriyeta Emniyeta Bajêr a Amedê tê girtin. Leylayê do îfadeya ku dê li Emniyetê bida red kir û dê îro li dozgeriyê îfadeya xwe bide. 
 
Dozgerê ku li dosyaya Leyla dinihêrt di roja 7'an de hat guhertin û dosya dewrî Serdozgerê Komarê Şahsuvar Yildiz ê ku li lêpirsîna KCD'ê dinihêrt, hat kirin.