Kesên ku êrîşa zayendî pêk anîn serbest hatin berdan

  • 13:49 27 Çile 2018
  • Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - K.H jina ku di kadroya astengdaran wekî taşeron dixebitî bi îstismara zayendî ya karkerên paqejiyê rû bi rû ma û piştî ku jiyana xwe ji dest da, bersûcekî 2 sal ceza girt 4 kesên din jî berat kirin.
 
Li gor nûçeya Melis Alphan: Jina bi navê K.H ku di kadroya astengdaran de dixebitî ji aliyê karkerên paqijiyê bi îstismara zayendî re rû bi rû ma û serî li  darazê da lê dozger derbarê sûcdaran de biryara bêşopandinê da. Di vê serdemê de jina ku bi îstimara zayendî rû bi rû ma mecbûr hat hiştin ku bi yê îstismara zayendî lê kiriye bê zewicandin. Piştî îtiraza parêzer ku doz vekir jina astengdar a deng nediçûyê û ji mejiyê xwe astengdar bû jiyana xwe ji dest da. Di doza ku berdewam dikir de hem ji nexweşxaneyê hem jî Saziya Tip a Edlî jî rapor hat girtin. Bersûcê ku divê 10 sal ceza bigirta tenê 2 sal ceza xwar. 4 bersûcên ku ji tacîza zayendî û ji birîndarkirinê dihatin darizandin serbest hatin berdan. 
 
Di sala 2017'an de parêzer dîsa dîlekçeyek nivîsand û got: "Biryar xelit e. Sererast bikin". Lê dîlekçe bi gotina "We di dema xwe de serî lê neda" hat redkirin. 
 
Li ser îtiraza parêzar dosya di navbera Wezîriya Edaletê, Dozgerî û Yargitayê de  çû û hat. Piştî 5 salan doz li Daîreya Ceza ya 5'emîn hîn tê sekinandin.