Rûniştina Tuncay ê kiryarê îstismara zayendî hat taloqkirin

  • 12:09 24 Çile 2018
  • Hiqûq
 
 
ÎZMÎR - Rûniştina doza Tuncay Çinar a ku ji ber îstismara zayendî li dijî zarokekê pêk anîbû hatibû vekirin, hat taloqkirin. 
 
Rûniştina zaroka ku ji aliyê Tuncay Çinar bi îstismara zayendî rû bi rû mabû hat dîtin. Zaroka 9 salî ji ber bêhntegiya ku dê Tuncay di rûniştinê de bibîne, qeyrana dil derbas kiribû. Tuncay Çinar li rûniştina ku li Dadgeha Ceza ya Giran a Îzmirê hat dîtin de amade bû. Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin û dayika zarokê jî beşdarî rûniştinê bûn. 
 
Ji ber ku rapor ji Saziya Tipê ya Edlî ya Stenbolê nehat rûniştin dê di 4'ê Nîsanê de bê dîtin.
 
Çi bûbû?
 
Li Îzmîrê zaroka 9 salî ji bo lîstikê çûbû mala hevala xwe û li wir ji aliyê Tuncay Çinar ê 57 salî bi îstismara zayendî rû bi rû mabû. Piştî ku zarokê bûyer ji malbata xwe vegot, malbatê Tuncay gilî kir. Di heman rojê de Tuncay hat binçavkirin lê dîsa serbest hat berdan. Zaroka 9 salî du roj berî rûniştinê bi bêhntengiya ku dê Tuncay di dadgehê de Tuncay bibîne, qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Heyeta dadgehê piştî mirina zarokê salek berê biryara girtina Tuncay dabû.