Doza Nisêbînê di roja 3'yan de dewam kir: Em ne poşman in

  • 17:09 18 Çile 2018
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Danişîna doza Nisêbînê di roja 3’emîn dewam dike. Sadik Tan ê girtî di parastina xwe de got: “Xwerêveberiya demokratîk hevnasîna dewlet û civakê ye. Formulasyona bi hev re jiyankirina gelan û dewletê ye.” Ramazan Eroglu yê girtî jî got: “Em deyndarê gelê xwe ne.” 
 
Di 26’ê gulana 2016’an de li navçeya Nisêbîna ya Mêrdînê di “qedexeya derketina derve” de piştî 50 kesên hatibûn tahliyekirin çend roj şûn ve hatibûn girtin. Danişîna doza 50 kesên tên darizandin di roja 3’yemîn dewam kir. Danişîna darizandinê ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve li beşa avahiya Miduriyeta Saziya Sîgorta ya Ewlehiyê ya Mêrdînê pêk tê. Hin xizmên girtiyan û rojnameger piştî kotrola GBT’ê berdan salona danişînê. Danişîn bi parastina Mazlum Yaşa yê girtî ku duh nîvco mabû dest pê kir. 
 
'Xwerêveberiya demokratîk hevnasîna dewlet û civakê ye'
 
Pişt re Sadik Tan ê girtî parastina xwe di çarçoveya “Modela xweseriya demokratîk” de kir. Tan got: “Di Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê de tu aliyên cuda nayên dîtin. Destûra Bingehîn xîtabî her aliyan nayê kirin. Modela xwerêveberiya demokratîk feraseta netew-dewletê ye. Xwerêveberiya demokratîk hevnasîna dewlet û civakê ye. Formulasyona bi hev re jiyankirina gelan û dewletê ye. Berovajiyê tundiyê formula yekîtiyê ye. Modela ku dê her hêsan yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyeyê pirsgirêka kurd çareser bike jî xwerêveberiya demokratîk e.”  
 
'Em ne poşman in'
 
Sadik destnîşan kir ku bêyî ku azadiya kurdan bê redkirin gelê kurd dixwaze hemû gelên Tirkiyeyê bi hev re bijîn û got: “Tirkiye bi aliyên xwe cuda mozaîka rengan e. Li şûna li Tirkiyeyê hemû alî sînoran ji nû ve xêz bikin, modela herî baş ku dikare bê jiyîn jî modela xwerêveberiyê ye.”  Sadik di berdewamiya parastina xwe de bal kişand ser taybetmendiyên xwerêveberiya demokratîk û got ku ew ji kirinên xwe û parastina xwerêveberiya demokratîk ne poşman e. 
 
Pişt re parêzer Rengîn Ergul axivî û da zanîn ku li ser miwekîlên wan îşkencey hatiye kirin û got: “Îşkence teqez sûc e.” Rengîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser nakokiyên di îdianameyan de. 
 
Ji girtiyan Sînan Gumuş parastina xwe nekir û parêzerê wî jî diyar kir ku dê pişt re parastina miwekîlê xwe bike. 
 
'Kîs kirin serên me û îstismara zayendî li me kirin'
 
Pişt re ji girtiyan Ramazan Ergul jî mafê axaftinê girt û wiha parastina xwe bi kurdî kir: “Ez hikumeta AKP’ê, heyeta dadgehê û yên îşkence li me kirin şermezar dikim. Ez bejnda xwe li ber rêberê me Abdullah Ocalan, fermandarê xwerêveberiyê fermandar Çiyager û hemû şehîdan tewînim. Ez Hayrî Durmuş, Kemal Pîr û Mazlum Dogan bi rêzdarî bibîr tînim. Dema em hatin tahliyekirin polîsan îşkence li me kir. Piştî me binçavkirin birin dibistanekê û kîs xistin serê me. Îstîsmara zayendî pêk anîn. Bila ev derbasî girtekan bibe belkî şerm bikin. Bi saetan me dest kelepçekirî rawestandin. Di jiyana xwe çêrên min ne bihîstiye li dayik, xwişk û birayên min kirin. Di bin îkencê de îfadeyên me hatin girtin. Ji min re gotin ‘Tu qebûl nekî em ê te bikujin.’ Îfade ne aîdî min in. Dibêjin ku ez kadroyê çiyê me. Bila heyeta dadgehê vê rave bike. Angaştname li gorî çi hatiye amadekirin?” 
 
'Em deyndarê gelê xwe ne' 
 
Ramazan gotina ji pêşengên PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş a “Li kevirê gora min deyndarê vî gelî mir” bibîr xist û wiha parastina xwe bi dawî kir: “Em deyndarê gelê xwe ne. Ji bo vê yekê heta dawiya jiyana xwe jî ez di zîndanê de bim ez ê têkoşîna dewam bikim. Yên ku van tiştan anîn serê me diçin ku bila biçin elbet dê rojekê hesab bidin. Kenan Evren çawa hesab da, yên îro van sosretan pêk anîn û pêk tînin jî dê hesab bidin.” 
 
Parêzerê Eroglu ragihand ku ew ê pişt re parastina miwekîlê xwe bike. 
 
Heyeta dadgeha navber da danişînê.