Darizandina akademisyenan berdewam kir

  • 15:44 18 Çile 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Danişîna doza akademîsyenên danezana aştiyê îmze kiribûn hat dîtin. Akademîsyen Prof. Dr. Gunay Goksu Ozdogan, li dadgehê parastin kir û got: "Hem di şer de hem jî di qedexeya derketina kolanan de ez bûm şahidê kuştina gelek welatiyên sivîl. Vê yekê ez pir bêzar kirim. Banga aştiyê ji bo min biryarek wîcdanî ye." 
 
Danişîna doza 12 akademîsyenên danezana "Em nebin şirîkê vî sûcî" îmze kirin li 35'êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Piştî danişîna doza Akademîsyena Zanîngeha Teknîkê ya Doç. Dr. Ayşe Zeynep Akalin Ozdemir û Hîndekarê Zanîngeha Teknikê ya Stenbolê Nergis Perçinel hatin dîtin, danişîna doza Akademisyena zanîngeha Marmarayê Burcu Yilmaz Gunduz dest pê kir. 
 
Yilmaz, sûcdariya der barê xwe de red kir. Dadgehê danişîna doza Gunduz taloqî 28'ê Hezîranê kir. 
 
Danişîna doza Hîndekarên zanîngeha Yildiz Teknîkê Didem Gurses, Semih Savaşal, jî cuda cuda hatin dîtin. Heyeta dadgehê daxwazên wan red kir danişîna doza Dîdemê taloqi 28'ê Hezîranê û ya Semîh jî taloqî 18'ê îlonê kir. 
 
Danişîna doza Akamedîzyen û hîndekarên Zanîngeha Marmarayê Can Yalçin Armutçuoglu, Doç. Dr. Leyla Şimşek Rathke, jî hat dîtin. Akademîsyenan û parêzerên wan parastin kirin û xwestin dosya wan ji 13. ACM'ê bixwazin. Heyetê daxwaz red kir û doz taloqî 28'ê Hezîrane kirin. 
 
Akademîsyen û hîndekarê Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Gunay Goksu Ozdogan jî cuda derket pêşberî dadgehê û parastin kir. Gunayê sedema ku îmze avêtiye danezanê wiha vegot: "Min ji ber du sedemên bingehîn îmze kir. Berî her tiştî erk û peywira welatîbûnê ye. Bi vê zanebûn berpirsiyarî û wîcdanî min îmze kir. Ya duyemîn jî ji ber pîşe û zanebûna pîşeyîye. Piştî hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an li bajarên Bayûrê Rojhilat li herêmê ku bi zêdeyî welatiyên kurd lê dijîn ez çûm geriyam û bûm şahidê tundî, kuştina mirovan û binpêkirinên mafên mirovan. Hem ji ber şer û hem jî ji ber qedexeya derketina kolanan gelek sivîl hatin kuştin. Li vê herêmê her dem ku dem borî mirovên sivîl hatin kuştin. Vê bêzariya mirovan mecbûriyet bi avakirina rewşa aştiyê anî."  
 
Gunayê, da zanîn ku li gorî xala 74'an a Qanûna Bingehîn a Komara Tirkiye, mafê her welatî heye ku daxwaz bike û fêr bibe. Ev mafê wî bi zagonan hatiye parastin. Ev mafê azadiya ramanê û îfadeye ye." 
 
Gunayê, herî dawî sûcdariya der barê xwe de red kir û wiha got: "Ev sûcdariyên derbarê min de pir mirovan diîşîne û birîn dike." 
 
Heyeta dadgehê doz taloqî 28'ê Hezîranê kir. 
 
Danişîna doza akademisyen û hîndekara Zanîngehea Yildiz Teknîkê Prof. Dr. Ayşe Serdar jî cuda hat dîtin. Parêzer heman daxwaz ji dadgehê kir û dadgehê jî daxwaza parêzer red kir û doz taloqî 12'ê Tîrmehê kir. Danişîna doza akademîzyenê Zanîngeha Ozyegin Dr. Ali Serdar jî li heman salonê hat dîtin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir û danişîn taloqî 12'ê Tîrmehê kir. 
 
Akademîzyenên Zanîngeha Marmarayê Cansever Guner ji ber li Îzmirê bû danişîna wî nehat dîtin. Akademîsyenê Zanîngeha Teknikê ya Stenbolê Dr. Şukran Çavdar jî ji ber tev lidanşînê nebû nehat dîtin.